3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeymeqamiya Cizîrê lîstika Mem û Zînê qedexe kir

Şanoya Şermola Performansê bi daxuyaniyekê diyar kir ku lîstika wan a Mem û Zînê ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve hatiye qedexekirin.

Şanoya Şermola Performansê têkildarî lîstika Mem û Zînê daxuyaniyek da. Şermola Performansê diyar kir ku lîstika wan a Mem û Zînê ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve bê sedem hatiye betalkirin û wiha got: “Lîstika Mem û Zîn dê di 12’ê Adarê de li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê bihata lîstin. Lîstik, di 3’ê mijdara 2021’ê de derketibû ser dikê û hatibû pêşandan. Lîstik heta niha Êlih, Amed, Riha, Qoser jî di navde li 13 navendan hatibû lîstin. Lîstik bi eleqeyek mezin hatibû temaşekirin.”