7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

9 rojnameger sewqî edliyê kirin

9 rojnamegerên ku polîsan ew di 23’yê nîsanê de binçav kiribûn piştî lêpirsînê sewqî edliyeyê kirin.

Polîsan di 23’ê nîsanê de di serdegirtinên malan de li Stenbolê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnameger Erdogan Alayûmat, li Enqereyê nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan û li Rihayê jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak binçav kiribûn. Rojnamegerên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dihatin ragirtin, ji bo îfadeya dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kirin. Rojnameger Mehmet Aslan jî anîn Edliyeya Enqereyê. Hat zanîn ku Aslan dê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfadeyê bide.

Nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak jî ji bo îfadeyê anîn Edliyeya Rihayê.