7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Di navbera Kurdan de şer derkeve pêşî başûr derbê dixwe’

Siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînî diyar kir ku wê êrîşa PDK'ê ya li gel dewleta tirk a li dijî gerîlayan, ji bo gelê Kurd bibe felaketeke mezin û di rewşeke wiha de wê derbeya pêşî li dijî Başûr be.

Endamê KNK’ê siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînîyî bi bîr xist ku dewleta tirk li gel Îran û Iraqê ev 3 sal in amadekariyên êrîşa li dijî gelê Kurd dikin û got ku seredanên Tayyîp Erdogan ên ji bo Başûr û Iraqê jî parçeyeke van amadekariyên êrîşê ne.

Pencewînî bal kişand ser Wezareta Parastinê ya Iraqê ku ji dewleta tirk re gotiye ku ew beşdarî êrîşên li dijî PKK’ê nabin û ev yek anîne ziman: ‘’Çimkî Iraqê gotiye li Iraqê PKK ne di lîsteya ‘terorê’ de ye û em PKK’ê weke terorîst nabînin. Bi taybet YNK û serokê wê Bafel Talabanî û gelek partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê gotine ku ew tev li şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKK’ê nabin.’’

Tirkiyeyê ji Îranê jî xwest ku di heman demê de êrîşê bibe ser PJAK’ê, lê belê Îranê ev yek qebûl nekir. Îran naxwaze artêşa tirk a endamê NATO’yê nêzî sînorê wan bibe, lewma piştgiriyê nade vî şerî. Rewş heta niha bi vî rengî ye. Tê gotin, beşek ji hêzên Herêma Kurdistanê wê tev li vê êrîşê bibe. Di vê mijarê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Lê belê li gorî gotinên di nava siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê de têne gotin, di nava PDK’ê de beşek alîgirê wê yekê ne ku tev li şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKK’ê bibe.  Beşek ji PDK’ê dibêje, ev yek tiştekî nebaş e. Heta niha rewş bi vî rengî ye. Lê belê gelê Başûrê Kurdistanê vê êrîşê, êrîşa hêzeke Kurd bi artêşa tirk re ya li ser Qendîlê qebûl nake, li ber radibe. Wê bibe felaketeke mezin. Di rewşeke bi vî rengî de derba destpêkê wê li Başûrê Kurdistanê bikeve. Eger hêzeke Kurd bi artêşa tirk re êrîşî hêzeke din a Kurd bike, ev yek wê zerareke mezin bide yekîtiya neteweyî, rewş wê bibe şerekî navbera Kurd û Kurdan, ne Kurd û dewleta tirk. Nûnerên hemû partiyên Kurdistanî yên tev li civîna KNK’ê bûn û kesayetên Kurdistanî di axaftina xwe de xwestin, tu hêzên Başûr alîkariyê nedin êrîşa artêşa tirk a li ser gerîlayên Kurdistanê.”