6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşker li Geverê derketin operasyonê

Li zom û zozanên gundê Tiloran ê navçeya Geverê leşker derketin operasyonê. 

Li çoltarê gundên Tiloran a Jêr û Tiloran a Jor ên navçeya Geverê ya Colemêrgê leşker derketin operasyonê. Leşkeran, rêyên ber bi zomên gundên Horê, Berê Sor û Warê Conî ve diçin girtin û gund dorpêç kirin. Li herêmê bi sedan leşker û cerdevan bi cih bûn. Liv û tevgera helîkopteran didome. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li qadên Sipêrêz û Omerê jî liv û tevgera Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) heye.

Nehiştin bêrîvan biçin bêriyê

Leşkeran sewalên gundiyan ên li zozanan derxistin û destûr nedan ku bêrîvan biçin zozanan. Her wiha hat zanîn ku leşkeran lêgerîna tazî li şivan û welatiyên çûbûn zozanan kirine. Di heman demê de li gundan jî nasnameyên gundiyan hatine kontrolkirin.