6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êzidî xwe bi tenêbûna xwe diparêzin

Kurdên êzîdî bi yên tên zanîn ji 74 fermanan re derbas bûye. Gelek êş û tehde kişandiye. Di dîroka kurdên êzîdî de gelê tenê bi hêza xwe birînên xwe derman kirine, li ber xwe daye. Ev çanda berxwedêr ji vê rewşê derketiye

Ji dirokê heta niha êzîdî bi gelek komkujiyan re rû bi rû mane. Li gorî yên ku tên zanîn êzîdiyan 74 ferman derbas kirinê lê li gorî rûsipiyên êzîdiyan, êzidî ji 160 fermanan re derbas bûne û bi hezaran êzidî ji ber bawerî û çanda xwe hatine qirkirin.

Di 3’ê tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê bi desteka dewleta tirk, PDK û  hin hêzên din xwest li ser êzîdiyan komkujiyekê pêk bînin û êzîdiyan ji holê rakin.  Şervanên kurd rê li ber vê komkujiyê girt. Her çiqas heta astekê komkujî hatibe sekinandin jî bi hezaran êzidî hatin kuştin û hê jî çarenûsa bi hezaran êzidiyan nayê zanîn.  Tevî ew qas komkujî û fermanan jî êzîdî bi çand û baweriya xwe li ser xaka xwe dijîn.

Em li ser ferman, çand, bawerî û cejnên êzidiyan bi rojnameger Argeş Şengalî re axivîn.

Rojnameger Argeş Şengalî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êzidiyên ku neçar mane ji warê xwe yê bakurê Kurdistanê koç bikin û ev tişt anî ziman: “Qasî ku tê zanî di ser êzidiyan re 74 ferman derbas bûne lê di rastiyê de ji van bêtir in. Dema em ji rûspiyên xwe pirs dikin dibên ku êzidî zêdeyî 160 ferman, qirkirin  û talan dîtine. Bi rastî jî di salên ne dûr û ne dirêj de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 366 gund, komalgeh, bajar, bajarokên êzidiyan hebûn. Ji wir re digotin welatên Xalta. Di sala 1915’an de êzidî jî bi ermeniyan re hatin qirkirin. 366 gundên êzidiyan dema ji aliyê osmaniyan ve hatin valakirin ji hin êzidiyan neçar man ku derbasî rojavayê Kurdistanê,  hin ji wan derbasî Sovyetê bûn hin ji wan jî derbasê Şangalê bûn. Bi van sirgûnan welatê Xalta hat valakirin.”

Neçar man ku xwe bispêrên çiyayan

Argeş Şengalî teqîna 2007’an a li Sîba Şêx Xidir, Til Izêr û Fermana 2014’an bi bîr xist û wiha got: “Di teqînê de bi hezaran şehîdên me hebûn.  Hêzên Neteweyên Yekbûyî birîndarên me yên wê demê birin lê çarenûsa wan birîndaran hê jî nayê zanîn. Komkujiya 2014’an  li ber çavên hemû cîhanê hate jiyandin. Wê demê 12 hezar leşkerên PDK’ê û nêzî deh hezar leşkerên hikumeta Iraqê li Şengalê bûn. Wê demê hemû leşkeran dev ji civaka êzidî berdan. Civakê heta ku karibû li ber xwe da lê piştî ku leşkerên PDK’ê reviyan civak neçar ma ku berê xwe bide çiyayan.“

Şengalî diyar kir ku êzidî ji ber ku tenê hatin hiştin zêdetir xwedî li çand û baweriya xwe derketin û wiha axivî: “Ji ber ku li deşt û çiyayan tenê hatin hiştin xwe parastin. Êzdiyatiya xwe bi xwe sînordar kirin.  Êdî ev civak baş dizane ku heke ew li xwe xwedî dernekeve kes li wan xwedî dernakeve. Bi rastî jî di her qetliyamên ku di serê civaka êzîdî re derbas bûne de tiliya kurdekî xayîn tune be. Jixwe fermana 2014’an li ber çavan e bê çawa PDK’ê di fermanê de rol list. Heta niha li hember fermanên êzîdiyan, êzidiyan bixwe parastina civaka xwe kirine. “

Argeş Şengalî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gava fermana Omer û Wehbî Paşa, bi ser gundê Bekira ku dikeve bakûrê Çiyayê Şengalê de hat, civaka êzîdî di pêşengiya jina bi navê Zerîfa Ûsê de li ber xwe da. Zerîfa bi tililiyê xwe da pêşiya şervanên êzîdî û artêşa Omer û Wehbî Paşa têk birin û artêşa ji hev xistin. Ne tenê vê carê her wextê de gava fermanade pêşengê civakê derketine û li ber xwedane. Fermana 2014’an jî pêşengiya şervanên HPG’ê wek 12 siwarên Derwêşê Evdî  yên hemdem  xwe ji çiyayên azad berdan ser Şengalê û nehiştin ferman bigihêje armanca xwe.”

Şengalî  bal kişand ser armanca fermanan û wiha pê de çû: “Armanca îslama tund, tunekirina kêmale û civakên kevnar ên Mezopotamyayê ye. Fermanên heta  niha di ser civaka êzidiyan  de hatine bi giranî ji ber baweriya wan e. Çanda civaka êzîdî çandeke pir kevnar a Mezopotamya ye. Weke civaka rojperest tên nasîn. Bi axa xwe, bi xwezayê ve girêdayî ne. Di baweriya êzdiyatî de her tiştên ku li ser axê çê dibin pîroz in. Her tiştên asîman pîroz in. Jixwe gelek pîrmendên civakê yên bawermendiyê hene. Kesayetên ji berê ve derketine pêş û civakê baweriya xwe pê anîye ji xwe re wek xwedavend dîtine. Di êzdiyatiyê de jin pêşeng in. Ji dema 1900’ê berî zayîne de heta niha jinan roleke pêşeng lîstiye. Taybetmendiyen civakê jî weke ku bi çanda wan ve girêdayî cejnê wan hene, cihê wan ê pîroz hene, qubeyên wan hene. Ji ber ferman û komkujiyên ku tim li ser êzîdiyan hatine ferzkirin hemû cihên pîroz ên êzîdiyan di nav çiyayê Şengalê de ne. Lê di êrîşa çeteyên DAIŞ ê yên 2014’yan de ji sedî pêncî perezgehên êzîdiyan hatin teqandin. Piştî civaka êzîdî axa xwe ji çeteyên DAIŞ ê paqij kirin, perezgehên ku hatibûn teqandin ji nûve ava kirin.”

Xêr û xêrat tên belavkirin

Rojnameger Argeş Şengalî di axaftina xwe de wiha behsa cejnên êzidiyan kir: “Cejnên civaka êzîdiyan ên sereke, yek jê Çarşema Serê Nisanê bi navê din Çarşema Sor e. Li gorî baweriya êzdiyatî û mîtolojiya civakê vê rojê dinya hatiye avakirin, heman wextê de ev roj dibe sersal. Lewra sersala êzîdiyan Çarşema Serê Nisanê bi navê din Çarşema Sor e. Her wiha li gorî baweriya civakê dinya dişibe hêkê. Di mîtolojiyê de hêk berê ku bê kelandin nava wê dileqe û dinya jî dişibe vê hêkê. Piştre dinya qeşa digire û nava dinyê hişk dibe paşê şênkahî û nebatên din çêdibin. Lewra dinya dişibe hêkê û ji ber vê ye ku êzîdî di vê rojê de hêkan dikelînin cur bi cur boyax dikin û qalikên van hêkan û kulîlka nisanê- ku kulîlkek tenê emrê wê deh roj e- bi heriyê li ser deriyên malan dixin. Sedema vê yek jê pîrozî ye yek jî ew e ku berê civaka êzîdî hem li her çar parçeyên Kurdistanê hem jî li welatên derdorê êzîdiyan jiyan dikirin ji bona hev û din nas bikin ev wek nîşaneyekê jî bi kar dianîn.

Di berdewamiya axaftina xwe de Şengalî wiha got: “Pîrozahiyeke din jî ax, av, ba û agir e. Civaka êzîdî civakeke aryenîk e lewra ev tişt li gel wan jî pîroz in. Ji derveyî van rojiya çilê havînê û çilê zivistanê heye. Rûspiyên civakê di van rojan de çil roj havîn çil roj zivistan bi rojî ne. Her wiha cejnê van rojiyan jî hene. Wekî din ji meha 9’emîn heta meha 12’emîn her hefte cejnê qubeyên êzîdiyan hene. Di hin hefteyan de roja pêncşem û în cejna wê tê çêkirin. Xelq tê xêr û xêratên xwe li ser qubeyan dike. Ev cejnên ku hene girêdayî qûba ne. Di meha kanûnê de Rojên Êzî dest pêdikin. 3 rojên rojiyê yên sêşems hene. Rojî ji bo Xwedayê Rojê tê girtin. Piştî wê 3 rojên êzî tên girtin. Roja çaremîn dibe cejn. Di roja cejnê de her kes diçe ser gorên miriyên xwe û xêr û xêrata ji bo rûhê şehîd û miriyên xwe dikin.”

3’yê Tebaxê tê bibîranîn

Her wiha Rojanemeger Argeş Şengalî der barê cejn û rojên taybet yên êzîdiyan de ev tişt got: “Li dû Cejna Êzî Eşîra Çêlkan a ku ji bakurê Kurdistanê hatine heft roj Batismî  ya sersala pez li dar dixin. Di Batismiyê de 3 roj rojî tên girtin. Di Batismiyê de ji bo eşîra Çêlkan conega tê serjêkirin. Piştî Batismî çileyên zivistanê dest pê dikin. Çileyê zivistanê jî bi cejnekê diqede. Lê dû vê cejnê jî cejna Xidir Elyas dest pê dike. Kesekên ku navên wan Xidir û Elyas bidin 3 roj rojî digirin. Di van rojan de xwîn nayê rijandin. Xwarin ji nebatan tên çêkirin. Ji xeynî van rojên ku di nav gel de tên pîroz kirin 3’yê Tebaxê jî êdî di nav gel de her sal tê bibîranîn û ji bo şehîdên komkujiyê xêr û xêrat tên kirin.”