7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şengalê ciwanan komkujiya Parîsê şermezar kir

Li Komalgeha Duhla ya Şengalê Yekitiya Jinên Ciwan ê Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê civîna xwe ya salane li dar xist û qetliyama Parîsê şermezar kir.

Yekitiya Jinên Ciwan ê Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê bi daxuyanyeke komkujiyên ku di demên dawî de li Parîsê qewimîn şermezar kirin. Ciwana diyarkirin ku wê êrişkar hesabê karên xwe yê qirêj bidin.

Li Komalgeha Duhla ya Şengalê Yekitiya Jinên Ciwan ê Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê civîna xwe ya salane li dar xist. Piştî civînê bi daxuyaneyekê êrîşên li Parîsê û Şengalê şermezar kir û diyar kir ku wan di civîna xwe de soza bilindkirina têkoşîna ji bo Azadiya Rêber Gelê kurd Abdullah Ocalan a fîzîkî dane.

Di serî de şehîdên her du komkujiyên Parîsê û Şehîd Menal Merdîn bi bîr anîn û dan diyar kirin ku ew ê weke ciwan wê bi rêxistinkirina xwe bersiva hemû êrişan bidin. Ciwana bi navê Lîza Zerdeşt di daxuyaniyê de wiha got: “Çawa li Parîsê bi fermana Erdogan û hevkariya dewleta Fransa ew komkujî pêk hat, li Şengalê êrişa li ser Şehîd Menal jî bi hevkariya PDK’ê hatiye kirin. Eger li Parîsê destek ji van êrişan re nehatibe kirin, wê êrişên wisa li tu cihî dubare nebûna. Li nava girtîgehên dewleta tirk a dagirker, her wiha li serê çiyayên azad berxwedana gerîla dewam dike û têkoşîna herî mezin li Îmraliyê tê kirin. Ji bo rê li ber fikra wî ya azadiya gelan bigirin, dewletên desthiladar, li ser Rêber Apo tecrîdeke giran didin meşandin. Li himberî gerîlayên ku parastina mirovahiyê dikin çekên qedaxekirî bi kar tînin û dixwazin bi van karan serweriya xwe li ser cîhanê ferz bikin.”

‘Em ê weke fizîkî Rêber Apo azad bikin’

Di dawiyê de soza bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan hat dayîn û wiha hate gotin: “Li hember hemû êrişan em ê têkoşîna xwe dewam bikin, çiqas êrîş li ser pêşengên me pêk werin, wê tu kes nekaribe rê li ber rêxistinbûna me bigire. Em ê têkoşîna xwe xurt bikin û em ê azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bînin.”