18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di kongreya partiya xwe ya li Qersê de axivî, diyar kir ku wê bi namzetê/a xwe bikevin hilbijartinê û da zanîn ku wê di demeke nêz de namzetê/a xwe yê/a serokkomariyê aşkere bikin.

4’emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qersê li eywana dawetê ya bajêr pêk hat. Li eywana ku kongre lê pêk hat pankartên “Em bi hêvî û wêrekiyê xwe birêxistin bikin, em faşîzmê têk bibin” û “Soza me ji gelê me re heye, çareserî bi me re ye” hatin daliqandin. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenterên partiyê, endamên Meclisê, nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, Partiya Çep a Kesk, EMEP, Partiya Saadetê, Partiya Gel a Komarê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Komeleya 78’an amade bûn.

Derdê wan pêşîlêgirtina HDP’ê ye

Di kongreyê de Bûldan axivî, Bûldan, anî ziman ku kongreya wan gelek xurt derbas dibe û wiha got: “Îro li her derê Tirkiyeyê HDP heye. HDP li aliyê din jî bûye tirsa hinekan. Tifaqa AKP’ê û MHP’ê ku hesabên ka ‘em ê çawa HDP’ê asteng bikin û ji siyasetê dûr bixin’ heye. Em dizanin ku derdê AKP’ê û MHP’ê ne pirsgirêkên li welat in. Yekane derdê wan astengkirina HDP’ê ye.”

Hin sernavên ji axaftina Bûldan wiha ne: “AYM’ê bi biryara xwe alîkariya xizîneyê ya partiya herî mezin a sêyemîn a Tirkiyeyê HDP’ê xesp kir. Em dizanin ku ev biryar ne hiqûqî ye. Em dizanin ku ev biryar bi fermana qesrê hatiye dayîn. Dikarin hesabên me yên xezîneyê bloke bikin lê tu hêza wan a vîna gel bloke bikin nîn e. Ev bê hiqûqîtî xebatên hilbijartinê yên AKP’ê û MHP’ê ne. Doza Komployê ya Kobanê, doza girtina HDP’ê, qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin, betalkirina parlamenterên me, girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ji vê yekê re mînak in.

Siyasetê li ser dijminatiya kurdan dikin

Em bi desthilateke ku li ser dijminatiya kurdan siyasetê dike re rû bi rû ne. Tifaqa AKP’ê û MHP’ê tifaqa xespê ya siyasî ye û tifaqeke bêhiqûqîtiyê ye. Gelê kurd û gelên Tirkiyeyê vê zilmê heq nakin. Di heman demê de gelên Tirkiyeyê jî dizanin ku ev hemû neheqî û bêhiqûqiyê weke krîzeke cuda li wan vegeriyane. Em dizanin ku wê di demeke kurt de hilbijartin pêk werin. Di kîjan dîrokê de çêbibe bila çêbibe, çi nîsan çi gulan çi jî hezîranê deynê stûyê me ye ku em di hilbijartina ewil de AKP’ê û MHP’ê bişînin sergoyê dîrokê.

Tecrîd û şer 

Li dijî hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ku hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Birêz Ocalan re asteng dike, hewl dide polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan belavî her derê Tirkiyeyê bike, hemû çavkaniyên welat ji şer re vediqetîne. Divê em mil bidin hev. Dixwazim diyar bikim ku divê ev welat bibe welatekî ku êdî dayik rondikan nebarînin. Ji bo vê jî tişta ku em bikin di hilbijartinên pêşiya me de şandina bloka AKP’ê û MHP’ê ye.

Bi namzetê/a xwe dikevin hilbijartınê 

Em ê weke HDP di demeke nêz de namzetê/a xwe yê/a serokkomariyê ji gelên Tirkiyeyê re parve bikin. HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê. Ne bi Tifaqa Cûmhûr ne jî bi Tifaqa Milet tu hevkariya me nîn e. Lê nêzîkatiyên me yên rêgezî hene û dema wext hat em dikarin rûnin û biaxivin, em dikarin danûstandinan bikin, em dikarin di nava diyalogê de bin. Bila tu kes HDP’ê bi partiya A an B ve girê nede. HDP li Tirkiyeyê vînek e, hêzeke mezin e û partiyeke siyasî ye ku armanc dike di hilbijartinan de rêjeyeke dengan a mezin bigire.