6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozdogan: Biryar siyasî ye, em qebûl nakin

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku biryara AYM’ê siyasî ye û di pergala hiqûqê de mewzûateke alîkariya partiyek ku doza girtinê li ser dewam dike asteng bike nîn e.

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku biryara AYM’ê siyasî ye û di pergala hiqûqê de mewzûateke ku alîkariya partiyek ku doza girtinê li serê dewam dike asteng bike nîn e.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê têkildarî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hesabê alîkariya xezîneya partiya wan bloke kir, li navenda giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan di civînê de axivî.

Bi fermana siyasî qewimî

Ozdoganê anî ziman ku AYM’ê biryara ku daye ji wan re neşandiye û ew jî bi riya çapemeniyê hîn bûne. Ozdogan diyar kir ku ev blokekirina hesabê alîkariya bo partiya wan parçeyekî operasyon û êrişên li dijî HDP’ê ye û ev biryar di warê hiqûqê de tu derbasdariya wê nîn e û biryar bi armancek siyasî hatiye dayîn. Ozdogan da zanîn ku AYM neçare ku li gorî hikmên Destûra Bingehîn tevbigere û got: “Doza girtina der barê HDP’ê de û pêvajoya pişt re bi pêş ket, bi mudaxileyên siyasî tê birêvebirin. Biryar ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye dayîn û ferman dane ku doz zû bi encam bibe. Tu eleqeya vê biryarê bi hiqûqê re nîn e û helwesteke neyartî nîşanî me didin. Em vê jî bêjin, AYM jî bi vê biryara xwe bû şirîkê kampanya hilbijartinê ya faşîzma AKP-MHP’ê. Ne rêgezên darazê lê takvîma siyasî hatiye şixûlandin. Bi her awayî êriş û zextên li ser partiya me didomin. Em bi tu awayî vê biryarê nas nakin.” Ozdogan destnîşan kir ku biryara AYM’ê siyasî ye û di pergala hiqûqê de mewzûateke  alîkariya partiyeke ku doza girtinê li ser dewam dike, asteng bike nîn e.”