9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Gemlîkê: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bênavber didome. Her wiha zêdetirî saleke jî tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Ji ber vê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12’ê hezîranê de li dijî tecrîdê ber bi Gemlîkê ve “Meşa Mezin” li dar bixin.

Cîgira Heverokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk anî ziman ku dê bi vê meşê feraseta tecrîdê bişikînin. Çûbûk bilêv kir ku meş ji bo demokrasiyê ye û bang kir ku her kes tev li meşê bibe.

‘Têkoşîna li dijî rejîmê’

Çûbûk diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îro ro li tevahiya girtîgehan belav bûye û wiha got: “Em di demeke ku her kes tê girtin de ne. AKP û MHP bi awayekî topyekûn êrîşê dibin ser hemû muxalifan. Em ê ji bo Ocalan û hemû kesên tên tecrîdkirin têbikoşîn.”

Çûbûk wiha domand: “Ev desthilat nikare şoreşger û demokratan têk bibe, sedema vê jî tevgera azadiya kurd û gelê birêxistinkirî ye. Ev ji bo me girîng e. Kes nikare ji bo qismek tecrîdê guftûgoyê bike. Ev li tu derî jî ne wisa ye. Li Afrîkaya Başûr têkoşîna li dijî rejîma Apartheîdê bêyî têkoşîna li dijî tecrîdê pêk nehat. Ev hemû girêdayî hev in. Lewma meşa me ya li dijî dagirkeriyê û ji bo pêşerojê ye.”

‘Divê diwar bê derizandin’

Di berdewamê de Çûbûk destnîşan kir ku gava pêwendî bi Ocalan re nayê danîn zext û tahdeya li ser civakê zêde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em mînak bidin, di navbera 2013-2015’an de di dema ‘pêvajoya çareseriyê’ de tecrîd bi awayekî hatibû sistkirin, lê niha konsepta şer konseptek giran e û konsepteke qirkirinê û ‘çokşikandinê’ di dewrê de ye. Di demeke wisa de bi tu awayî kes nikare biçe Îmraliyê. Ger dilê me û çareseriyekê û jiyanê hebe, dilê me û aştiyê hebe û ger em dixwazin em li dijî enflasyonê bitêkoşin û ji bo mafên jinan bitêkoşin divê em dîwarê vê pergalê biderizînin. Lewma em ber bi vî navê bûye sembol ve dimeşin.”

Çûbûk bilêv kir ku desthilat tecrîda li ser Ocalan rewa dike û pergaleke ku Ocalan naaxive çêkiriye û wiha pê de çû: “Di salên dawî de ev denklem pir tevlihev bû. Feraseteke ku tecrîd rewa ye lê behskirina Ocalan ne rewa ye berbelav bûye. Lewma divê em li dijî vê tevbigerin. Em tim dibêjin a me diyar dike ne sînorên pergalê, rewabûna me ye.”

‘Ji bo pêşeroja gelan’

Çûbûk diyar kir ku bi milyonan kurd azadiya Ocalan wekî azadiya xwe dibînin û piştgiriya vê helwesta gel a li dijî tecrîdê dikin. Çûbûk destnîşan kir ku ev çalakiya li dijî tecrîdê çalakiyeke derengmayî ye û got dê bi awayekî navendî tev li vê meşê bibin. Çûbûk di dawiyê de ev bang kir: “Ji bo aştiyê, demokrasiyê û berdana girtiyên siyasî em dixwazin her kes tevlî vê meşê bibe. Em ê bi vê meşê ji bo pêşeroja gelan bitêkoşin.”