17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî plana têkçûna PDK’ê xelk vedigere Şengalê

Piştî plana valakirina Şengalê ya PDK-Tirkiye û alîgirên Peymana 9’ê Cotmehê vala derket, xelk vedigere malên xwe.

PDK-Tirkiyeyê xwestin vê carê bi tirsandinê, Şengalê vala bikin. Ji destpêka êrişên li ser Şengalê ve, ragihandinên PDK’ê bi israr rastiyan berovajî dikir û dixwestin Şengalê vala bikin. Li gorî PDK’ê kes li Şengalê namabû, lê rastiyê, lîstikên PDK’ê vala derxist.

Xelk vedigere malên xwe

Li gorî nûçeya Ajansa RojNewsê Xelk pêl bi pêl vedigere li ser mal û milkê xwe. Duh bi dehan malbatên xelkê Dugur a Şengalê carek din vegeriyan ser malên xwe.

Malbatên xelkê Dugurê ku kel û pelên xwe li wesayîtan barkiribûn, piştî dîtin plan a PDK’ê ye û dixwazin Şengalê vala bikin, carek din kel û pelên xwe ji wesayîtan daxistin û li malên xwe bicihbûn.

Dayîkek ji Dugurê diyarkir ku ew tu carî naxwazin li kampên Başûrê Kurdistanê bicih bibin, ji ber wê jî ewê dev ji malên xwe bernedin.

PDK’ê û hevkarên wê, li ser navê Artêşa Iraqê îdia kiribûn ku wê li Şengalê şer derbikeve. Piştî wê Artêşa Iraqê îdiaya PDK’ê derewand û artêşê da zanîn ku tiştek bi wî awayî nînin û divê civaka Êzidî neyê lîstikên qirêj.