3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dejenerasyon armanc û encama polîtîkaya dewletê ye

Dejerasyon gotineke fransî ye û ketiye lîteratura gelek zimanan. Gotineke sosyolojîk e. Di kurdî de tê wateya Jirêderketin, sosretbûn û bêexlaqbûnê. Gotina dejenere ji bo kes û civakên ku hemû nirxên xwe yên neteweyî, mirovî û wijdanî wenda kirine tê bikaranîn. Her gel û civak li gorî sîstem, jiyana xwe ya civakî, çandî, olî û çînî xwedî komek nirx, rêûrêbaz, prensîb û exlaq in.

Ev nirx û hêjayiyên civakî malê hevpar ên civakê ne û ji aliyê piraniya wê civakê ve tên pejrandin û di pratîka rojane de pêk tên. Ev nirxên neteweyî, civakî, exlaqî û olî civak û endamên civakê li ser piyan dihêlin. Ev nirx û norm sed carî ji qanûn, tirsa dewletê, darizandina dadgehê û cezakirina girtîgehê baştir, xurtir û bi bandortir in. Gel û civakên xwedî van normên siruştî ne, demokrat û azadtir in. Pratîka hezar salan nîşan daye ku şîdet, tawanbarkirin, cezakirin û girtina dewletê tedbîrên demdemî ne, ne yên mayînde û encamdest in.

Di dema buhran, felaket, koçberkirin û şer de civak parçe parçe û serûbino dibin. Cîwar tên guhertin, malbat ji hevdu dikevin û parçe dibin. Di rewşeke wiha de bêmalî, bêwarî, bêkarî, belengazî û xizanî dest pê dike. Nirx, norm, şerm, heya û exlaq namînin û dejerasyon dest pê dike. Karûbarên dizî, bêexlaqî, bêheyayî, bêedebî û kirmînalî bêtir dibin. Şîdet, lêdan û kuştin dibe paye û rutbeya qehremaniyê. Ji kesên sosret, civateke sosret peyda dibe.
Di salên 1600’î de li Amerîka koleyên reş ên ku ji Afrîkayê anîbûn li hinek taxên bajaran li kulûbeyan bi cî kiribûn. Ji derî xebatê û ziktêrkirinê tu mafeke koleyan tune bû. Sal bi sal sefalet û dejerasyoneke mezin û dijwar dest pê dikir. Birçîbûn, nijadperestî, dizîtî, kuştin û talan bêtir dibûn. Kole di nav wê sefalet û di bin zilmê de dijîyan. Jixwe ev felsefe û polîtîka bi awayekî fermî di sala 1776’an de, di Danezana Serxwebûna Amerîkayê de jî wiha hat destnîşandkirin:

“Xwedê hemû însanan ne wek hev afirandiye. Qismet, paye, azadî û bextewarî li gorî şexsî daye. Maf û paya her kesî cuda daye…” Yanî koletî û koledarî ne kar û polîtîka dewletê ye, ya Xwedê ye.
Li Ewropayê jî di sedsalên 18 û 19’an de di dema şoreşa endustriyê de, gundî ji bo kar, koçî bajaran kirin û civak serûbino bû. Koçber li qeraxên bajaran bi cî bûn û di nav jiyaneke sefalet de man. Li taxên koçberan tu exlaq û normên mirovahiyê neman. Sosyologê fransî Emîle Durkheim ku di wê demê de jiyaye, ji wê civaka bênorm, derbeder, sosret û bêtore re civaka anomîn gotiye. Ji wê rojê vir ve ev gotina anomîn ketiye lîteratura sosyolojiyê. Gotina anomîn ji ya dejenere pileyeke din xerabtir û tundtir e.
Li Amerîka 400 sal û li Ewropa jî 300 salan şûn ve îro li bakurê welatê me heman rewş heye. Li Bakur ji salên 1993’yan vir ve dewletê gund û bajarokan şewitand, xerab kir û xelkê bi darê zorê û neçaretiyê ji gund û malên wan koçber kirin. Bi hezaran gundî li taxên berbajaran (gecekonduyan) bi cî bûn. Îro li van taxên berbajarî bi hezaran kes di nav mercên dijwar ên aborî, civakî û çandî de dijîn. Bajar bûne bajargund. Li navendê bajarên nûjen hatine avakirin û li derdora bajar jî taxên feqîr û fiqaran. Yek ji van bajargundan, bajarê Amedê bi xwe ye. Li çarmedorên bajar taxên berbajariyên weke sûr, Seyran Tepe, Şehîdlik, Rezan, Benûsen, Peyas, Alîpar, Fîsqeyayê hene.

Li van taxên berbajarî jiyan gelek dijwar û sext e. Li gelek taxan kanalîsazyon tune. Mal bê av, bê elektrîk û bê gaz in. Li van taxan hejmara endamên malbatan zêde ne. Neh deh kes di odeyeke tazî û sar û serma de dimînin. Kar, meaş, mal, milk û hatineke wan tune. Reh û koka wan ji gundê wan hatine qutkirin û êdî nikarin bi paş ve vegerin gundê xwe. Hinek ji wan li taxên dewlemend her roj karton, kaxez, plastîk, naylon, hesinên xurde berhev dikin, didin bi nan û xwarinê. Hinek heywanan xwedî dikin, şîr, mast, penîr û rûn difiroşin û pê aborîya xwe dikin. Jin û keç jî carnan li malên halxweşan di karê xizmet û paqijiyê de dixebitin. Li van taxan feqîrî heta ber dev e. Koçberî û feqîriyê bi xwe re dejerasyonê aniye. Lêdan, îşkence, jinberdan û kuştina jinan li van taxan zêde ye. Krîmînalî, şer û pevçûn, dizî, feqîrî û bênorm û bêexlaqî di nav hev de hatine strandin û hunandin. Zarokên van taxên feqîr hemû diçin dibistanên îmamxetîbê. Ji pêşeroja xwe bêhêvî û bêçare ne. Piraniya wan nikarin dibistana seretayî biqedînin. Dev ji dibistanê berdidin. Pêşeroja wan gelek tarî ye. Gelek ji wan ne serwext in ku polîtîka dewletê ew xistine nav vê felaket û sosreta ku hatiye serê wan. Rewşa xwe bi qedera xwe ve girê didin. Siyasetmedar û mediyaya kurdî jî ji dûr ve temaşeyê van taxan dikin. Li lobiyên otel û salonên modern civînan li dar dixin û bi zimanekî ku ew fêm nakin dipeyivin.