6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’iyan êrîşa li dijî navenda xwe li gelek bajaran şermezar kir

Polîsan navenda HDP’ê dorpêç kir û êrîşî parlamenteran kir. Piştî êrîşa polîsan a li dijî navenda giştî ya HDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî li Stenbol, Amed, Dêrsim û gelek navendên din li kolanan bi girseyî çalakî li dar xistin û êrîş şermezar kirin.

Li Stenbolê endam û rêveberên HDP, SYKP, EHP, SODAP, Partiya Şoreşger û Kaldiraç bertek nîşanî êrişa polîsan a li hemberî Navenda Giştî ya HDP’ê dan. Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê êrişa polîsan a li hemberî Navenda Giştî ya HDP’ê û heqaretên û gefên li Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acara Başaranê şermezar kirin. Di çalakiyê de dowîzên “Berxwedan jiyan e”, “Jin, jiyan, azadî” hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet dê bi HDP’ê re bên”, “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.

Nûnerên SYKP, Partiya Şoreşger, EHP, SODAP û gelek partiyên siyasî yên din û parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum, Fîlîz Kerestecîoglû û Ereol Katircioglû û Hevserokaê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu jî di nav de gelek kes tevli çalakiyê bûn. Çalakî bi çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Li Amedê jî êrîş şermezar kirin

Li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu ya Amedê jî endam, rêveber û parlamenterên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civakî bi girseyî daxuyanî dan çapemeniyê. Komê di çalakiyê de pankarta “HDP gele kes nikare îradeya gel bişikîne” vekir û daxuyanî da. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn anîn ziman ku dê dest ji siyaseta demokratîk bernedin.

Rêxistinên li Dêrsimê êrîş şermezar kirin

Li Dêrsimê jî nûnerên rêxistinên civakî êrîşa li diji Navenda Giştî ya HDP’ê şermezar kir. Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglu, Zeynel Ozen, Şaredarê Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu, Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetin, rêveberên EMEP’ê û gelek rêxistinên din bi heman armancê xwestin li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bidin. Girseya ku li vir kom bû bi astengiya polîsan re rû bi rû ma. Komê bi dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” bertekên xwe anîn ziman û êrîş şermezar kir.