19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Zapê şerekî pir mezin heye

Şerê di 14’ê nîsanê de li Zap, Avaşîn û Metîna dest pê kir, 20 rojin didome. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan êrişên dawî yên dewleta tirk û li dijî van êrîşan şerê gerîla ji radyoya Dengê Welat re nirxand. Karayilan destnîşan kir ku gerîlayên li Zap û Avaşînê zêdeyî 2 hefteyan e berxwedaneke mezin dimeşînin û got, “Tu doz bi qasî doza azadiyê ya gelê kurd mafdartir nîne. Em ji aqlê xwe, ji rê û rêbazên xwe bawer in. Em bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî piştrast in. Bi vê bawerî û biryardariyê li dijî dijmin şer dikin. Serketin wê ya me be.”

‘Şer bi tecrîda li Îmraliyê dest pê kir’

Karayilan li ser rol û rista AKP-MHP’ê rawestiya û wiha axivî: “Ji bo têkbirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û tunekirina destketiyên gelê kurd ev hikumet ava bû. Dixwaze PKK’ê û gelê kurd ji holê rake. Hikumet vê yekê ji bo xwe weke wezîfeyê dibîne.  Şer bi girankirina tecrîda li Îmraliyê destpê kir. Bi zêdekirina zilma li zindanan dewam kir. Par bi êrişa li ser Garê xwest serketinekê bi dest bixe. Lê li dijî gerîla şikestin. Ji bo vê hikumetê îsal sala dawî ye. Eger di van êrişan de li dijî me, bi ser nekevin wê tune bibin. Lewma ev rewş ji bo wan man û neman e.

‘Soz dan PDK’ê’

Eger bi ser bikevin wê ne tenê PKK’ê tasfiye bikin, di heman demê de wê destketiyên gelê kurd hemûyan tune bikin. Ji ber vê yekê ji bo herdu aliyan şerê man û nemanê ye. Şerê li Zapê, li Avaşînê tê kirin şerê neteweyî ye. Dijmin di şerê dawî de hîn têhtir teknîkê bi kar tîne. Ji bo piştgiriyeke hîn xurtir ji hêzên derve werbigire xwe amade kiriye. Ji bo karibe ji xeta Başûr êriş bike, hin sozên veşartî dan PDK’ê. PDK’ê jî ji bo dijmin dest bi amadekariyan kir.

Cerdevanan tev li şer dikin

Xeta hevkariyê ya Kurd ne tenê li Başûr, her wiha xwestin li Bakur jî çalak bikin û tevlî operasyonê bikin. Cerdevanên li Kurdistanê hemûyan kom dikin û tevlî operasyonê dikin. Her wiha çeteyên li Sûriyeyê yên ji ber DAÎŞ’ê mane, bi taybetî jî yên ji Tirkmenistanê hatine tevlî operasyonê dikin. Bi teknîka pêşketî, bi hevkariya Kurd, bi taybetî jî bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwazin encamê bi dest bixin. Par jî bi van rê û rêbazan êriş kirin, lê îsal dixwazin ji xeta hevkariya Kurd hîn bêhtir sûdê werbigirin. hesabê wê dikin ku di nava Kurdan de şer bidin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de dixwazin encamê bi dest bixin.

‘Şerekî gelekî mezin tê kirin’

Şer bi esasî 14’ê Nîsanê destpê kir. 14’ê Nîsanê bi balafir, obus û hawanan dest bi êrişê kir. Piştre jî êvara 17’ê Nîsanê saet di 8:30’î de ji nişka ve xwest ku bi helîkopteran leşkeran li Zap û gelek qadan deyne. Xwest li 9-10 cihan leşkeran bi hemwextî deyne û gerîla şaş bike. Bi sûdwergirtina ji vê rewşê xwest ku qadê dagir bikin. Lê yên li hemberî wan, gerîlayên fedaî yên Kurdistanê ne. Li Zap û Avaşînê gerîla bi fedakarî û bi zanebûn dest li dijmin werdan ku ev destwerdan hêjayî pesindayinê ye. Hevalan di nava 5-6 rojan de li pey hev li her qada ku dijmin dixwest leşkerên xwe lê deyne pêşî li wan girtin û sîng bi sîng li dijî dijmin şer kirin. Baldariya hevalan û bersiva bi fedaî, lehengî û wêrekî ya li êrişan kir ku planên dijmin asteng bikin. Leşkerên ku li Kurojahro danîne niha gelekî tengav bûne û zehmetiyan dijîn. Şerekî gelekî mezin tê kirin. Dijmin bi balafiran, helîkopteran, obusan û bi her cûre çekan ji hewayî û bejahî êriş kir. Ji Bakur jî ji bejahî hatin. Lê hevalên me yên leheng bi îradeyeke mezin, bi wêrekî bersiv dan êrişan û dijmin têk birin. Di vî şerî de ku me 15 roj li pey xwe hiştine gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê serketineke mezin nîşan dane.

‘Em ê Zapê bikin Keleha berxwedane’

Karayilan destnîşan kir ku dê Zapê bikin keleha berxwedanê û wiha bi dawî kir: “Gelê me jî divê van lehengan pîroz bike. Em ê qada Zapê bikin keleha berxwedan û serketinê. Bi vî rengî em ê tola wan ji dijmin hilînin. Gelek kuştî dane. Li gorî hejmara ku hevalên me eşkerekirin û bi qasî ku em dişopînin derdora 300 ji wan hatine kuştin. Eşkere ye Erdogan û Bahçelî mirina bi sedan, bi hezaran leşkerên xwe dane ber çavên xwe. Mînak, dixwazin leşkerên xwe deynin lê nikarin deynin, helîkopter vedigerin. Piştî 1.5-2 saetan hewl didin leşkerên xwe deynin, heval dest li wan werdidin û nahêlin. Leşker ji ber ku nikarin li baregehên xwe jî vegerin li naverastê têne hiştin. Yanî ji leşkeran re dibêjin, ya bimirin, ya jî bi cih bibin. Veger ji bo wan nîne. Şerekî neteweyî tê kirin, lewma divê her kes her tiştî bike.”