Li paytexta Kazakistanê Nûr Sultan civîna 18’emîn a Astanayê dest pê kir. Civîn dê di navbera 15-16’ê Hezîranê de ji bo 2 rojan berdewam bike. Heyeta Sûriyeyê bi serokatiya Wezîrê Kar û Barên Penaberan û Cîgirê Wezîrê Karên Derve Eymen Susan e, yê Rûsyayê jî bi serokatiya Alexsander Lafertiyêv Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ye û yê Îranê jî bi serokatiya Cîgîrê Wezîrê Karên Derve Alî Asger Xacî ye.
Her wiha heyetên ji rayedarên Neteweyên Yekbûyî û saziya Penaberan a Navnetewî jî tev li vê civînê dibin.
Ajansa Sûriyeyê SANA der barê civînê de hin agahî dan û gotinên saerokê heyeta welatê xwe par ve kirin. Di nûçeyê de tê gotin ku Wezîrê Kar û Barên Penaberan ê Sûriyeyê Eymen Susan di hevdîtina bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî Robert Dunn de li ser gefên dewleta tirk wiha gotiye: “ Divê Neteweyên Yekbûyî li hember gefên serokê rejîma tirk û siyasetyên wî yên li dijî gelê Sûriyeyê rawest e, nabe ku Neteweyên Yekbûyî li hember van gef û binpêkirinên dewleta tirk bê deng bimîne.” Her wiha ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku li hemberî binpêkirina ax û serweriya Sûriyeyê bêdeng nemîne.