17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger: Hûn dê nikaribin me bêdeng bikin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezoptamyayê têkildarî 20 rojnamegerên beriya 8 rojan li Amedê hatin binçavkirin û îro birin Edliyeya Amedê û li ber edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Gelek rojnameger, malbatên rojnamegeran û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di dema çalakiyê de pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” hat hildan û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivîn û diyar kirin ku çapameniya azad mîna doh îro jî wê serî netewîne û xwestin ku rojnameger bên berdan.

‘Binçavkirin êrîşa li zimanê kurdî ye’ 

Kadrî Esen anî ziman ku armanca binçavkirinê êrîşa li ser zimanê kurdî û nasnameya kurdan e û got: “Ji me re dibêjin bûyerên diqewimin veşêrin. Em venaşêrin. Li Kurdistanê em ê bûyerên diqewimin rasterast bigihînin gel. Bi van operasyonan dixwazin çapemeniya kurd bêdeng bikin.”

‘Hûn dê nikaribin me bêdeng bikin’

Seroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu jî wiha axivî: “Ji ber ku hevalên me rojnamegerî dikirin û rastî digihandin gel, bûn hedef. Ji ber vê yekê jî avêtin ser mal û cihên wan ên kar. Bi rêya van operasyonan dibêjin, ‘Nabe ku hûn rastiyan bigihînin gel, em ê we krîmînalîze bikin û bikin hedef’. Bi bombardûmanan, windakirinan û bi qetilkirinan we nekarî Çapemeniya Azad bêdeng bikin, îro jî hûn dê nekaribin bêdeng bikin.”

Muftuoglu ji bo mezinkirina piştevaniyê jî bang li rojnamegeran û rêxistinên rojnamegeran kir.