spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer Sarica: Agahî ji Ocalan nayê girtin

Komeleya Mafên Mirovan a Kurd li Swîsreyê bi mijara “Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî” bernameyek ji 2 rojan amade kir.

Roja destpêkê li bajarê Cenevreyê li Kulûba Çapemeniyê pêşkêşiyek ji çapemeniyê re hate kirin. Sibe jî wê li Parlamenta Federal a Swîsreyê pêşkêşî ji parlamenteran re bê kirin.

Di roja destpêkê ya bernameyê de li Kulûba Çapemeniyê ya Cenevreyê ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica ku parêzeriyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dike, ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Azadîparêz Rengîn Ergul û Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Yekîtiya Hiqûqnasan a Emerîkayê Gîanfranco Fattorînî beşdarî civîna çapemeniyê ya bi sernavê ‘Rewşa girtiyên siyasî ên li Tirkiyeyê’ bûn.

Fattorînî destpêkê axivî diyar kir ku wê bi parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li ser rewşa Tirkiyeyê biaxivin.

Parêzer Rezan Sarica jî bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê gelek kes bi rengekî  guman dimirin û got: “Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, Komeleya Malbatên Girtiyan 604 jê giran 1605 girtiyên nexweş hene.”

Tecrîda li Îmraliyê

Sarica qala pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û işaret bi tecrîdê kir: “Li girtîgehên din hemû girtî dikarin bi rengekî komkî cem hev bimînin û hevdîtinê bikin, lê li Îmraliyê Ocalan deh salan bi tena serê xwe di nava tecrîdê de hate hiştin. Li girtîgehên din rojname, radyo, TV bi destê girtiyan dikevin lê belê li Îmraliyê 14 salan televîzyon hate qedexekirin, rojname hatin sansurkirin, di radyoyê de jî tenê qenalek hebû (qenala fermî ya dewletê TRT-1). Piraniya nameyên jê re hatîn nehate dayîn yan jî hatin sansurkirin. Piştî 23 salan du caran ji ber sedemên awarte tenê salên 2020 û 2021 karîbû bi birayê xwe re bi telefonê biaxive.”

Sarica diyar kir ku dema ew bala xwe didin ser statîstîkên der barê serdanên Îmraliyê de, rewşa tirsnak eşkere dibe û got: “Ji 27’ê tîrmeha 2011’an û vir ve 11 salan zêdeyî hezar serlêdan hate kirin, lê tenê 5 caran destûr ji parêzeran re hate dayîn ku hevdîtinê bikin. Ew jî di sala 2019’an de ji ber grevên birçîbûnê û nerazîbûna raya giştî di 2’ê Gulanê û 7’ê Tebaxê de pêk hat. Ji 6’ê cotmeha 2014’an û vir ve 8 salan li gel mafê hevdîtinê jî malbatê karîbû tenê 5 caran hevdîtinê bike. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran 7’ê tebaxa 2019’an, hevdîtina rû bi rû ya malbatê jî ya herî dawî 3’ê adara 2020’an pêk hatin.”

Parêzer Sarica diyar kir ku ji ber pêvajoya diyalog û danûstandinan a navbera salên 2013 û 2015’an 5 girtiyên din li Îmraliyê hatin bicihkirin û got: “Lê belê piştî 9 mehan du girtî bêyî îradeya wan ji girtîgeha giravê hatin derxistin. Niha tenê Ocalan û sê muwekîlên me li girtîgeha giravê ne.

Van sê muwekîlên ku adara 2015’an anîn giravê di nava 7 salan de nekarîn hevdîtinekê bi parêzeran re bikin, tenê 3 caran karîbûn malbatên xwe bibînin.”

 Nerazîbûna li hemberî saziyên navneteweyî

Sarica destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û saziyên hiqûqê erk û berpirsyariya xwe bi cih naînin û got: “Li hemberî qedexeya hevdîtina parêzeran sala 2011’an li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi koda lezgîn serlêdan hate kirin, lê belê prosedura bersivxwestina ji hikumetê ya têkildarî vê serlêdanê jî sala 2019’an hate kirin û serlêdan heşt salan hate sekinandin. Di nava van heşt salan de Girtîgeha Îmraliyê bi temamî ji hevdîtina parêzeran re hate girtin. Di ser serlêdana sala 2011’an hate kirin re 11 sal derbas bûne, lê belê hîn jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar li ser ne daye.

Nêzîkatiyeke heman rengî ji bo Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî derbas dibe. Piştî serdanan di raporên xwe de tespîtên xurt têkildarî tecrîd û kiryarên xerab ên li Îmraliyê kir. Lê belê serdaneke bi bandor, kontrola xurt li ser hikumetê nekir ku helwesta xwe biguherîne.”

Îro em di pêvajoyeke cuda de ne ku bêhiqûqî dewam dike. Herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi telefonê axaftin hate kirin û piştî çend deqeyan hate birîn. Ji hingî ve ti agahî ji Ocalan nehatiye wergirtin. Her hefte serlêdan li dozgeriyê, rêveberiya girtîgehê têne kirin, lê belê serlêdanên me hemû bê encam hatin hiştin.”

Parêzer Rezan Sarica bang li rêxistinên mafan kir ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wezîfeyên xwe bi cih bînin.