Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku Şerîda Xezayê kontrol dike, ragihand ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve 27 hezar û 19 kes ku piraniya wan jin, zarok û ciwan in hatine kuştin.
Her wiha Hamasê da xuyakirin ku 66 hezar û 139 kes birîndar bûne. Hamasê derbarê windayên şerkeran de ti agahî parve nekir.
Êdî jiyan li Xezayê ne pêkan e
Li aliyê din jî Neteweyên Yekbûyî roja Çarşemê ragihand ku nîvê avahiyên li Şerîda Xezayê zirar dîtine û got ku êdî li axên Filistînê jiyan ne pêkan e.
Li gorî rapora ku ji aliyê Konferansa Bazirganî û Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCTAD) hatî amadekirin, ji bo ev herêm ji nûve bibe warê jiyanê hewcedarî bi dehan mîlyar dolarî heye.
Lêkolînerên UNCTAD’ê wêneyên peykê yên berî şer û piştî 7’ê Cotmehê anîn ber hev û asta zirarê diyarkirin.