4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Zeydan peyama spasiyê parve kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan encama berxwedana xelkê Wanê nirxand û got: "Bila gumana kesekî tune be ku em ê xizmeteke hêjayî gelê xwe pêşkeş bikin.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ku piştî berxwedana du rojan mazbataya wî hate dayîn, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyama spasiyê parve kir. Zeydan, wiha got: “Di serî de gelê me yê birûmet ê bi awayekî biheybet xwedî li îradeya xwe derketî, hevserokên me yên giştî, Leyla Zana, Ahmet Turk, Başak Demîrtaş, parlamenter û hemû rêhevalên me yên partiyî, di şexsê birêz Demîrtaş û birêz Mizrakli de hemû girtiyên siyasî yên di zindanan de, hemû gelên Tirkiyeyê yên edalet, hiqûq û demokrasî parastin, ji çepgir heta rastgiran hemû pêşêngên partiyên siyasî yên li cem hiqûq û edaletê cih girtin, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hemû kesên piştevanî daye me, spasiya tevan dikim. Biryara YSK’ê ku edalet û hiqûq esas girt, hêviya ji bo tesîskirina hiqûqê, bicihanîna jiyaneke aştiyane û îradeya jiyana azad û birûmet a bi hev re xurt kir. Êdî dem dema xizmetê ye. Bila gumana kesekî tune be ku em ê xizmeteke hêjayî gelê xwe pêşkeş bikin.”