3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Amarayê dest pê kir

Meşa azadiyê ku bi boneya 75’emîn salvegera jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin bi girseya gel a ku li Taxa Elîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê hatin gel hev, dest pê kir.

Di meşa “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” ku bi boneya 75’emîn salvegera jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate lidarxistin de ev peyam hate dayîn: “Dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin, kete 75 saliya xwe. Bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Abdullah Ocalan ber bi gundê Amarayê yê Xelfetî ya Rihayê ve meş hate lidarxistin. Meş, bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” tê lidarxistin û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER), Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşengtiya wê dikin.
Ev zêdetirî 3 sal in destûr nayê dayîn Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike lewma tu agahî jê nayên girtin. Ji bo meşa bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan tê lidarxistin ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes li Taxa Elîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê hatin gel hev. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, Berdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî pîrozbahiyan bûn. Kesên ji bo pîrozbahiyê hatin bahev, demekê li gel stranên kurdî govend gerandin.
‘Gel xwedî li serokê xwe derdikeve’ 
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ê di pîrozbahiyan de axivî, wiha got: “Heke miletek hebe helbet serokekî wî heye. Serokê me jî birêz Ocalan e. Gelê kurd 40 sal in xwedî li serokê xwe derdikeve. Ji ber vê yekê ji sala 2004’an û vir ve herkes berê xwe dide Amarayê. Kesên dibêjin ‘me kurd qedandin’ li hemberî xwe gel dîtin. Kesê rêberiyê ji gel re dike jî birêz Ocalan e. Em xwedî derketinê pîroz dikin, rêya me dirêj e. Birêz Ocalan 75 salî ye û dema azadiya wî ya fizîkî hat. Dayik bi hesreta aştiyeke birûmet in. Dayikan canê xwe, zarokên xwe di vê oxirê de dan. Bi dehan ciwanan jiyana xwe ji dest dan û ewqas jî di girtîgehan de ne.”
Ocalan, bi lêv kir ku li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî îro derbasî qonaxeke nû bû û wiha berdewam kir: “Ji bo grevên birçîbûnê îro pêvajoyeke nû dest pê dike. Divê em xwedî li çalakiya girtiyan derkevin û bibin dengê wan. Barê me giran e lê em ê vî barî parve bikin. Di serî de birêz Ocalan em ê bibin dengê hemû girtiyan. Heta ku çareseriyeke demokratîk pêk were dê têkoşîna me berdewam bike. Rojbûna birêz Ocalan careke din pîroz be.”
‘Gelê kurd dersek da wan’ 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî qala pirsgirêkên li welat tên jiyîn kir û wiha got: “Welat di nava arîşeyeke cidî de ye. Li vî welatî demokrasî, hiqûq, edalet di binê piyan de ne. Li cihê ku ev hemû lê hene, ya ku gotina dawî bibêje desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Di hilbijartinan de gel bersiveke mezin da. Gelê kurd dersek da we. Desthilata ku li Kurdistanê nikare hebûnekê ava bike xwest bi dengdêrên sexte destkeftiyên gelê kurd xesp bike. Li Wanê gel bersiv da. Desthilatê êrişî hemû mafên me yên demokratîk kir. Namzetên me yên bi ser ketin bi kaşkirina bi erdê re hatin binçavkirin. Çima? Ji ber tirsê. Ew jî hêza me dizanin.”
Ûçar, gotinên Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ên “Pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye” bi bîr xist wiha domand: “Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dema pêvajoya muzakareyê dest pê kir, gelek hişyarî kirin. Got ku ‘Welatekî ku xwîn û rondikên çavan lê nebin pêkan e’. Desthilatê çavên xwe girtin û got ‘Ev welat ne mehkûmî xizaniyê ye, ne neçarî derve ye’. Wan çavên xwe girtin û gotin ‘Me pêvajoya çareseriyê xistiye sarincê’. Gelê kurd fîşê sarincê kişandin. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê tevî şert û mercên tecrîdê yên 25 salan li ser piyan e pîroz be.”
‘Me berê xwe da Amarayê’ 
Ûçar, destnîşan kir ku divê Girtîgeha Îmraliyê were girtin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku birêz Ocalan rola xwe bikare bilîze divê hin hewldan bên kirin. Fikrên birêz Ocalan li cîhanê tên nîqaşkirin. Li Rojava li cîhanê kurd li ser piyan e. Ev pirsgirêk bêçare nîne. Kesên ku di vê pirsgirêkê de israr dikin bersiva herî mezin girtin. Meşa Azadiyê didome. Îro berê me li Amarayê ye dê li azadiya birêz Abdullah Ocalan be. Me destûr neda ku desthilat bi rejîma tecrîdê welat bi rê ve bibe, em ê destûrê nedin jî. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz be, têkoşîna me pîroz be.”
Piştî daxuyaniyê welatî ber bi Amarayê ve bi rê ketin.