17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Adarên gelê kurd her bi xwîn in!

Sorgul Şêxo

Birîna Helbeceyê, serhildana Qamişloyê, qetilkirina ciwanên kurd di şevên Newrozan de, ji serdema rejîma Beas heya dewleta tirk a dagirker, ji bakurê Kurdistanê heya rojavayê Kurdistanê û giştî Sûriyeyê…

Kurd, ji ber ku kurd in û xulamtî ji kesî re nekirine û serî li hember jenosid, komkujî û êrîşên herî hov ku aqilê mirovan jî nagire, netewandine her temenê kurdbûna xwe dane. Taybet di şevên Newrozan de. Agirek bêyî ku di dil de agirekî din vêxe, li rojavayê Kurdistanê pê neketiye. Her ciwanekî kurd ku agirê Newrozê vêxistiye, dijmin ew qetilkiriye û di dilê dayika wî û bi hezaran kurd de agirekî din pêxistiye. Zaten dilê dayikên kurdan her bi şewat e. Ew zarokên xwe yê bi rondikên çavan mezin dikin, li ser hezkirina welat perwerde dikin, wan dikin qurbana doza xwe, doza ku zêdetirî 50 milyon kurd li seranserî cîhanê ji bo wê têdikoşin.

Kurd kabûsa dilê Erdogan a her kêliyê ne. Gotinek heye dibêje; Erdogan kurdan wekî stêrkên di nava rojê de derdikevin dibîne. Ji bo ku koka wan hilîne, bi dijminên xwe re dikeve nava diyalogan û hevdîtinan pêk tîne. Li giştî Kurdistanê û gelek deverên welatên derve her roj ciwan û jinên kurd qetil dike. Bûyera qetilkirina 4 kurdên Efrînê jî ne ji rêzê ye lê ya balkêş ew bû ku qetilkirina wan bû sedema volkanên 5 sal hundirê bi sedan kurd de dikele bifûre. Û qîrîna ew qas sal dayikan devê xwe jê re girtibû biteqe û li cîhanê were bihîstin. Divê ku xwepêşandanên Efrînê piştî 5 salan ji bêdengiyê hema wisa neçe. Divê ku qîrîn û kela girî ya di qirika dayikan de, were bihîstin. Divê ku ev qîrîn encam bigire. Qîrîneke wiha ji dergûşa mirovahiyê, divê piştgirî jêre were dayin û dagirkeriya tirk bi dawî bikin.

Dem hatiye ku dewleta tirk û çeteyên wê ku di lîsteyên terorê de ne, hesabê qetilkirina jin û ciwanên kurd bidin. Divê kurd li seranserî cîhanê ji hevkarên Tirkiyeyê hesab bipirsin. Divê ku lêpirsîn û lêkolîneke berfireh der barê dagirkirina xaka resen a kurdan de were vekirin. Divê ku ev doz nemire, neyê paşguhkirin. Qîrîna dayikan xwestina maf û dozê ye. Ev dibe qîrîna 50 milyon kurd li seranserî cîhanê. Ê ku dibêjin kurd wê bimirin, hesabên xwe şaş kirine kurd jîn dibin, jîneke nû didin gelê hevparê vê axê, gelên cîran bi hêz û îrade dike. Tola bi salan hiltîne. Êdî îro dostên gelê kurd ne tenê çiya ne, rast e ê esasî çiya ne lê belê li gelek welatan dost çêbûne.

Îsal li her derê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Taybet a balkêş ew bû ku li Tokyoya Japonyayê bi govend, stranên kurdî hat pîrozkirin. Di demekê de ku dengê şagirtên kurd bi sirûda Ey Reqîb bi ser dibistanên Japoniya dikeve, ev bixwe cihê serfiraziyê ye. Ji kujerê kurdan Erdogan be ku wê bi qetilkirina çend ciwanên kurd koka wan hilîne lê belê her ku diçin wekî tovên genim li her derê belav dibin û wekî simbilên genim wisa têr, tijî û bilind in.

Kurd êşên kevn û nû bi hev re bi bîr tînin. Naghîjin ku birînên kevn bipêçin, birînên nû vedibin. Devê birînên kevn bi yê nû re didirûn. Adarên wan her bi xwînê pêşwazîkirin e û ji bo nasnameya xwe ya kurdî biparêzin, qelenên pir giran dane. Efrîn jî şahidiyê ji vê yekê re dike. Divê ku kujerên kurdan werin darizandin lê ji darizandinê zêdetir divê ku dagirkerî bi dawî bibe. Kurd hêjayî xelata wêrekiyê ne, hêjayî jiyaneke birûmet in ku piştî ew qas şer, têkoşîn û berxwedanan di  nav de bijîn.