2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tifaqa Ked û Azadiyê û pêşeroja gelan

Tevgera Azadiyê bi stratejiyeke demdirêj tevdigere. Dê hem bi stratejiya tifaqê xwe mezin bike û hem jî dê mafên gelê kurd heta dawiyê di asta herî jor de biparêze. Bi vî awayî dê destûr nede ku kurd wekî berê bi tenê bibînin.

Tirkiye ber bi hilbijartina herî girîng a dîroka xwe ve diçe. Lê ne tenê Tirkiye di serî de gelê kurd û hemû gelên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dijîn ber bi hilbijartina herî girîng ve diçin. Ji ber ku ev ne tenê hilbijartina guherandina îktidarê, di heman demê de hilbijartina guherîna pergala Tirkiyeyê ye. Di deh salên pêşiya me de dewleta tirk û pergala wê dê bi çi awayî bimeşe, di asteke bilind de girêdayî vê hilbijartinê ye.

Komara Tirkiyeyê li ser bingeha înkar û îmhaya gelan hate avakirin. Di sed salên borî de jî ev pergala nijadperest hate meşandin û bû sedema gelek bobelatan. Di serî de gelê kurd, gelên kêmar, derdorên ji baweriyên cuda, çepgir, jin û demokratîk li derveyî pergalê hatin hiştin. Ev wekî peyman û makezogona dewleta tirk a nepenî hate meşanadin. Çand, gel, ziman, kom û rêxistinên li dijî vê pergalê derketin rastî zilm, zordarî, komkujî û tevkujiyê hatin.

Têkoşîna destanî

Tevahiya hêz û derfetên dewletê ji bo reng û dengên cuda li devreyî pergalê, bê maf û azadî bên hiştin, hatin bikaranîn. Pergala nijadperest û qirker di gelek aliyan de gihişt armancên xwe û Tirkiye anî asta goristana gel, çand,  ziman û baweriyan. Lê di mijarekê de têk çû. Ew jî mijara kurd û Kurdistanê bû. Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemberî vê nijadperestiyê di her qadên jiyanê de û bi her rêbazan têkoşîneke destanî meşand.

Di encama têkoşîna pêncî salî de hemû hesabên pergala nijadperest serobino bûn. Pevajoya tevkujiya kurd vala derxist. Her wiha di encama bandora têkoşînê de nîrê qirkirinê yê li ser stûyê hemû gel, bawerî, çand û zimanên gelên din jî hate rawestandin. Têkoşîna Tevgera Azadiyê ji hemû cudahiyan re bû nefes, hêz û bawerî. Niha hemû gel li ser bingeha têkoşînê vekirî hewl didin xwe pênase û îfade bikin.

Ji bêderfetiyan derfet afirandin

Tevgera Azadiyê derfetên afiranadin bi bindestan re parvekirin û xeta têkoşînê bi her awayî ve mezin kir. Li hemberî pergala faşîst hemû cudahiyên heyî anîn cem hev. Qasî ew kirin mitefîk, hevalabend û hêz, bixwe jî ew qas bi hêz bû. Ji bêhêziyê hêz, ji bêbaweriyê bawerî û ji bêderfetiyan derfet afirandin. Ji nifşên wekî dijminê kurd û Kurdistanê hatine mezinkirin, perwerdekirin, kesayetên di riya azadiya gelê kurd û Kurdistanê de şehîd dikevin derxistin holê.

Qasî pira di navbera gelan, bawerî, çand û zimanan de ava kir, ew qas polîtîkayên komkujî, tevkujî û tunekirinê yên pergala nijadperest parçe parçe kirin. Qasî polîtîkayên pergalê parçe bûn, ew qas hêza Tevgera Azadiyê û hevalbendên wê mezin bû. Dostên kurdan zêde û dijminên wan kêm bûn. Bê guman ev stratejî, polîtîka û xeta têkoşînê bi pirsgirêk nebû. Gelek zehmetî hatin kişandin, bedel hatin dayîn.

Serî li şer didin

Ligel hemû zehmetiyan û bedelan jî îro encameke girîng derkete holê. Pergala faşîst a sed salan hate xitimandin. Êdî pergala nijadperest nikare gelê kurd û cudahiyên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dijîn bi vî awayî di bin nîrê faşîzmê de bihêle. Ji bo wê di bîst salên dawiyê de hewl dide pergalê restore bike û li ser piyan bihêle. Bi taybetî di van deh salên dawiyê de ji bo pergala nijêjadperest biparêze serî li her cureyê şer dide.

Ji sala 2016’an heta niha hemû hêza xwe ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê bi kar tîne. Ji ber ku dizane dînamîk û pêşengiya têkoşîna pergala nijadperest têk dibe, Tevgera Azadiyê ye. Ku Tevgera Azadiyê têk bibe dê bikaribe cardin nasnameya tirk-sunî-henifî ya nijadperest restore bike û li ser piyan bihêle, cudahiyên hewl didin dengê xwe derbixin, doza maf û azadiyên xwe dikin, heta hateyê bifetisîne.

Restorakirina pergalê

Li ser piyan mayîna pergala faşîst a sed salên borî di asteke jor de girêdayî vê hilbijartinê ye. Di vê hilbijartinê de faşîzma AKP-MHP’ê li ser piyan bimîne dê hewl bide ku pergala sed salê pêşiya me jî li ser îmha û înkara gelê kurd û cudahiyan restore bike. Lê têk biçe jî dê pêvajoyek nû ya înşakirina Tirkiyeyê û pergala wê dest pê bike.

Niha pergal hewl dide cardin cudahiyan li derveyî pêvajoya înşayê ya nû bihêle û Tevgera Azadiya Kurdistanê jî li ser ramanên Rêber Apo hewl dide destûr nede vê pergala nijadperest. Tevgera Azadiyê dixwaze hemû gel, bawerî, çand û zimanên vê erdnîgariyê li ser esasên wekhev bide rûniştandin û pêşeroja wan misoger bike.

Operasyonên şerê taybet

Ji bo gelên vê axê di sedsala pêşeya me de maf û azadiyên xwe bi dest bixin jî, pêwistî bi tifaqa wan heye. Tifaqa Ked û Azadiyê jî bingeh û şênberbûna vê pêvajoyê ye. Ramanên Rêber Apo biçûk û mezin hewl dide ku hemû cudahiyan bîne cem hev û bike hêz. Di vî alî de serkeftin û pêşketinên gelek girîng jî bi dest xistine. Ligel hemû zilm û zordariyê pergala nijadperest têk bir.

Ku îro pergal ketibe nav qeydanê, nikaribe xwe bi rê ve bibe û li dû restorasyoneke nû be, ev encama paradîgmaya Rêber Apo û hêza meşandina wê Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Hemû destkeftiyên gelê kurd û gelên din jî encama vê keda têkoşîna destanî ye. Tiqafa Ked û Azadiyê niha temsîliyeta vê hewldanê dike.

Hin derdorê ji pergala nijadperest a tirk bêxeber, di nav fikrên xwe yên paşverû de fetisîn, ji bilî çend gotinên li ser ser medyaya sanal bêhêz û mecal; li dijî Tifaqa Ked û Azadiyê radibin. Pergala nijadperest jî, ji ber ku vê tifaqê weke talûkeyeke mezin dibîne, bi her awayî ve êrîş dike, operasyonên şerê taybet û psîkolojîk pêk tîne. Ev derdorên di hiş û ramanê de hevkarên dewleta tirk in jî tev li van operasyonan dibin.

Pêwistiya stratejiya tifaqê

Pergala nijadperest û hevkarên wan ên qaşo kurd dixwazin Tifaqa Ked û Azadiyê belav bikin. Kurdan tenê bihêlin, dostên wan kêm û dijminên wan zêde bikin. Di rojên pêş de jî çi qas hilbijartin nêz bibe ev operasyon dê zêde bibin. Lê çi dikin jî nikarin gelê kurd û derdorên demokratîk û bindest ji raman û projeya Rêber Apo dûr bixin. Raman û stratejiya Rêber Apo her roj zêdetir mezin dibe û ji hêla gelan ve tê ecibandin.

Bê guman hemû derdorên pê re tifaq tê kirin, bi tevahî bi raman û stratejiya Rêber Apo serwext nîn in. Şêlûtî û dubendiyên fikrî hene. Caran kêmasî û nebesiyên wan çê dibin. Lê ev nayê wateya ku stratejiya tifaqê û tifaq pêwist nîn e. Heta êrîşên pergala nijadperest ên li dijî tifaqê girîngî û pêwistiya tifaqê zêdetir nîşan dide. HDP bi serê xwe nîşane û palpişta vê yekê ya herî berbiçav û şênber e.

Rêjaya dengan

Potansiyela Tifaqa Ked û Azadiyê niha li derdora ji sedî 25’ê dengan e. Rêjeya dengan jî niha li derdora ji sedî 16’an e. Ku kar û xebateke baş û rêxistinî, propagandayeke pozîtîf bê meşandin Tifaqa Ked û Azadiyê dê bibe parçeyekî girîng ê ji nûve înşakirina pergalê. Ev jî tê wateya parastin û misogerkirina hemû mafên gelê kurd û bindestan. Tê wateya têkbirina rejîma faşîst a sed salên dawiyê. Faşîzm û hevkarên wan vê rastiyê baş dizane û operasyonên manîpilûsyonê pêk tîne. Mixabin gelek kurdên niyet baş jî bêyî rastiya heyî baş fam bikin, bi bertek tevdigerin.

Nîqaşa demên dawî bi TÎP’ê re derketin holê ev rastî raxistin ber çavan. Mijarên weke, “TÎP dixwaze HDP li hind bajaran nekeve hilbijartinê, ji HDP’ê kontenjana wekîlan dixwaze” bi zanebûn hate mezinkirin. Gelek kesên niyet baş jî ev operasyon û manîpûlasyon weke rastiyekî girtin dest û bertek nîşan dan. Lê divê her kes bizanibe ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tu mijaran demkurt nafikire.

Pêwîst e her kes bawer be

Tevgera Azadiyê bi stratejiyeek demdirêj tevdigere. Dê hem bi stratejiya tifaqê xwe mezin bike û hem jî dê mafên gelê kurd heta dawiyê di asta herî jor de biparêze. Bi vî awayî dê destûr nede ku kurd weke berê bi tenê bimîne. Tevgera Azadiyê hemû bijartekan yek bi yek dinirxîne û bijarteka di dawiya dawî de gelê kurd ber bi serkeftinê ve bibe, hilbijêr e.

Li ser vê bingehê pêwistî heye her kes feraseta Tevgera Azadiyê ya ev pêncî sal in li dijî çar dewletên dagirker li ber xwe dide, bawer be. Li dora vê stratejiyê bibe xelek û heta dawiyê têkoşîna vê stratejî û ramana Rêber Apo bimeşîne. Weke her carê dê bê dîtin ku raman û stratejiya Rêber Apo çiqas hûr dinirxîne, kûr dinirxîne û dûr dibîne.