28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgehan mirovahî tê binpêkirin

Desthilatdarî bi zanebûn dixwaze civakê têxe nav aloziyan. Ew armanc dikin ku hawirdoreke kaosê çêbe. Ji ber ve yekê, niha tiştên ku îro li zindanan têne kirin jî ev e. Îro li girtîge-han ev kaos heye.

Weke ku ji hêla raya giştî ve jî tê zanîn di girtîgehan de binpêkirina mafên mirovan di asta herî jor de dewam dike. Li gorî agahiyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê 1273 girtiyên jin ên nexweş hene û ji van girtiyan 450 girtî bi ser 65 saliyê re ne û pêdivî û cudahiyên fizîkî, biyolojîk û derûnî yên jinên li girtîgehan li ber çavan nayê girtin.

Baş tê zanîn ku li girtîgehan gelek mafên girtiyan bi taybet jî yên jinan têne binpê kirin. Gava girtî jin bin pirsgirêk zêdetir dibin. Lêgerîna tazî dijî tevahiya girtiyan tê kirin.Lê gava girtî jin bin, lêgerîna tazî tê wateya destdirêjî û bêrûmetkirinê jî. Heta niha buyerên bi vî rengî gelek in û hê jî berdewam e.

 Pêşî Hevpeymana Stenbolê  niha jî qanûna 6284’an

Bi betalkirina Peymana Stenbolê jixwe pêşiya gelek tundiya li dijî jinan tê kirin hate vekirin. Niha jî qanûna hejmara 6284 tê niqaş kirin. Ev jî dide xuyakirin ku deshilata AKP-MHP’ê dixwaze rejimeke ku binpêkirina mafan û tundiyê dihewine ava bike. Dîsa dixwaze ku hemû desketiyên jinan vala derbixe û tune bike. Şûna ku tundiya li dijî jinan tê kirin ceza bike zêtir bi bêcezakirinan diparêze û her wiha bingeha wî ya qanûnî jî hewl dide ku ava bike.

Em baş dizanin ku desthilatdarî bi zanebûn dixwaze civakê têxe nav aloziyan. Ew armanc dikin ku hawirdoreke kaosê çêbe. Ji ber ve yekê, niha tiştên ku îro li zindanan têne kirin jî ev e. Îro li girtîge-han ev kaos heye. Heke em jin bi hev re têbikoşin wê gavê em dikarin dijî van polîtîkayên desthilatdariyê derkevin.

‘Em ê bibin dengê hemû girtiyên nexweş’

Di sala 2022’yan de ji bo azadiya Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş 1000 jin hatin gel hev û kampanyayeke daxwaza mafê jiyan ên girtiyên nexweş dan despêkirin. Bi ked û tevlêbûna jinên gelek deverên cîhanê Aysel Tûglûk hat berdan lê mixabin hê jî bi sedan girtiyên bi nexweşîna giran nexweş in li girtigehan tên girtin.

Lewma jinan dîsa mil dan milê hev bi “Insiyatîfa 1000 Jinan ya ji bo Azadiya Aysel Tûglûkê” bi peyama ku ji Newrozê re şandiye biryar daye ku ewê weke “1000 Jin ji bo Azadiya Girtiyên Jin yên Nexweş” xebatên xwe bimeşînin.

Insiyatîfa 1000 Jinan a ji bo Azadiya Aysel Tûglûkê bi daxuyaniyekê gotin: “Rastiyên ku di deshilatiya AKP-MHP’ê de ev 20 sa lin heye bi erdheja 6’ê sibatê dîsa derket rû. Em ê bi berdewamiya kampanyaya xwe bibin dengê hemû girtiyên nexweş da ku di rojek pêş de bigihêjin mafên xwe yên jiyanê.”