2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​Agirê Newrozê li 11 navendan hil bû

Bi hezaran gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê ji bo pîrzkirina Newrozê berê xwe dan 11 navendên pîrozbahiyan

Pîrozbahiyên Cejna Newroza 2023`yan li 11 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê bi pêxistina agirê Newrozê û dirûşmeyên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, dest pê kirin.

Li qadên pîrozbahiyên ku bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” tên lidarxistin, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê hatine daliqandin. Cihên pîrozbahiyan bi alên YPG/YPJ, TEV-DEM, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û şirîtên kesk, sor û zer, hatin xemilandin. Bi hezaran mêr, jin, ciwan û zarok ên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi cilên neteweyî beşdarî pîrozbahiyan dibin.

Banga azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin

Piştî girseya gel berê xwe da navend û qadên Newrozê, dayikên şehîdan meşaleya Newrozê pê xistin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Agirê Newrozê li gundê Eloşê yê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, li herêma Şiqeyif a taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Girê Miştenûr ê Kobanê û qada Fakulteya Çandiniyê ya Reqayê hat pêxistin.

Her wiha li qada bendavê ya li rojhilatê Hesekê, gundê Çolbistan ê Dirbêsiyê, bajaroka Hîmo yê Qamişloyê, Qada Newrozê ya li bendava Borzê ya Dêrikê, gundê Hilêq ê Girkê Legê, Qada Şehîd Mazlûm Dogan a Dirêcik ê Tirbespiyê, Qada Newrozê ya li gundê Çaxir Bazar ê Amûdê jî agirê Newrozê geş bû.

Tê payîn ku li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên civaka sivîl axaftin bên kirin, stranên folklorî bên gotin.