spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di bin zilma rejîma Beas de Newroz çawa dibûn?

Newroz di bin zext û zilma rejîma Beas de her tim dihate tepisandin, kuştin, girtin û binçavkirin pêk dihatin. Ji bo qetlîam û zilma xwe bidin jibîrkirin paşê rejîma rayadarên xwe şandin pîrozkiorina Newrozê.

Nûçegihana Jinha’yê Sorgûl Şêxo ji Hesekeyê agahiyên Newrozên ku di bin rejîma Beas de pêk dihatin, çawa dibûn, parve kir. Cejna Newrozê yekane cejn e ku ji aliyê netewe, ol û gelên cuda li seranserê parzemînan tê pîrozkirin. Li gelek welatên weke Îran, Îraq, Kirgizistan û Azerbaycanê cejneke fermî ye. Li Tirkmenistan, Tacîkistan, Ozbekistan, Kazaxistan, Mekadonya, Kafkasya Başûr, Kirim, Balqkan, Keşmîr, bakur rojavayê Çînê, wîlayetên Kujarat a Hindistanê jî cejneke fermî ye.

Ciwan û gelê kurd ji qetilkirinê û gelê cîhanê tevahî ji zilma (Dehaq) xilas kir. Ew roj bû rojeke nû, roja destpêkirina jiyaneke bêmirin, bû roja serkeftin û aşîtiyê. Kawayê Hesinkar agirê Newrozê pêxist. Li şûna ku bihêlin gelê ku di bin wê zilmê de êş dikişandin bi xweşî vê rojê pîroz bikin, berovajî wê dikirin û dikin. Yek ji gelên ku dibûn qurbanî ji ber ku xulamtî qebûl nedikirin û serî neditewandin gelê kurd bû. Kurd bi xwînrijandinê kurdbûna xwe parastin. Bi ciwanên xwe yê ku dikirin qurbana vê axê û ew bi slogan û tilîliyan oxir dikirin, hebûna xwe diparastin. Kurdan li şûna gelek netewan şer kirin û dîrok şahidiyê jê re dike. Li dijî polîtîkayên ku nasname û çanda wan diçewisandin serî hildan, qurbanî dan ji zarokên di dergûşê de heya pîr û kalên por spî. Hîn jî didin.

Newroz bi me kirine gola xwînê

Newroz derbasbûneke birûmet li ser kurdan bêyî ku qetlîamek li pişt xwe bihêle, pêkan nebû û nebûye û piştî ku para xwe ji qurbanên cejna xwe digire, dimeşe. Newroz yek ji cejnên herî qedîm li cem kurdan tê dîtin. Ji bo kurdan cejneke neteweyî ye û bi mijara rizgariya ji bindestiyê ve girêdayî ye.

Li Sûriyeyê çi dibû?

Li Sûriyê, ji aliyê rejîma Beas ve kurd ji pîrozkirina vê cejnê dihatin mehrûmkirin. Hêzên ewlehiyê ji bo ku agirê Newrozê neyê pêxistin, dewriyeyên xwe li gund û bajaran zêde dikirin.

Desthilat û rejîmê rê li ber beşdarbûna xwendekar û karmendan girtibû. Lê her beşdarbûn bi zîndanîkirin û dûrxistina ji xwendinê û dezgehên hikumetê bi encam dibû.

Kurdbûn ne tiştekî wiha ji rêzê ye, tu kurd bî tê wateyê ku tu yê xwe ji bo gelek siyasetên înkarê re amade bikî. Tepisandin gihişt wê astê ku Newrozê li Sûriyeyê bikin roja dayikan. 21’ê adarê ji sala 1986’an ve li Sûriyeyê bû betlaneya fermî lê ne ji bo Newrozê, bi boneya roja dayikan bû.

Yekem cangoriyê Newrozê

Di encama zextên rejîma Beas, li Sûriyeyê bi sedan ciwanên ku di şevên newrozê de agir vêdixisitin û li dora wê li ber stranên kurmancî xelekên ji dîlanê digirtin, pîroz dikirin dihatin dîlgirtin, biçavkirin, di binê zindanan de hatin qetilkirin û windakirin. Silêman Mihemed Emîn Adî yekem cangoriyê Newroza sala 1986’an e li Sûriyê ye ku li paytexta wê Şamê, ji aliyê leşkerên rejîmê ve hat qetilkirin. Her wiha 5 jî birîndar kirin.

Qamişlo

Li Qamişlo yê jî di şeva Newroza sala 1988’an de ciwanên kurd yê ku li dora agir bûbûn xelek hatin hedefgirtin. Leşkeran gule li wan barandin û di encamê de sê ciwanê nasnavê wî Mihemed Zekî Remezan, Mihemed Yehya û Mihemed Mehmûd Husên hatin qetilkirin.

Reqa, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Di Newroza Reqayê ya sala 2010’an de zarokê bi navê Mihemed Nûr hat kuştin û bi dehan kurd birîndar bûn. Piştî gulebarana hêzên ewlehiyê yên Sûriyê li ser gel, di heman salê de bi hezaran kurd li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê piştî ku ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyeyê ve hatin armanckirin, hatin girtin. Gelek ji wan di zindanan de hatin windakirin û diyar nebû ku çi hat serê wan.

Cara pêşîn rayedarên payebilind beşdarî Newrozê dibin!

Da ku li ser kirin, komkujî û qetlîamên xwe veşêrin, di Newroza sala 2011’an, çend roj piştî destpêkirina xwepêşandanên li dijî rejîmê Beasê li Sûriyeyê, cara pêşîn bû hikumeta Sûriyeyê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Rayedarên payebilind çûn navendên gelê kurd lê kombûne yên li Hesekê û cejna Newrozê pîroz kirin.

Stranên kurdan derxistin televizyonan

Bi mînakeke ku yekem e li welat çêdibe şahî û stranên kurdî xistin weşana televîzyonê. Ev jî çêbû ku pêşkêşvana jin cil û bergên foklorî yên kurdî li xwe kirin. Ji wan be ku wê gelê kurd birînên ku ew bûbûn sedem bidin jibîrkirin û wan efû bikin. Gelê kurd siyaseta rejîmê baş fêm kiribû ji van yekan nedixapiya. Her wiha ew kela ji bo destpêkirina şoreşê jî gerimtir dibû.

Hesekê

Di şeva Newroza 2015’an de jî, gelê bajarê Hesekê bihatina cejna Newrozê re rastî du êrîşên xwekujî yê çeteyên DAIŞ’ê hat. Di encamê de 53 welatî ku piraniya wan zarok û jin bûn, hatin qetilkirin û 130 welatiyên din jî birîndar bûn.

nav de wekhev bin, tê bilindkirin.