21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Turk: Ev Newroza azadkirina birêz Ocalan e

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk di Newroza Amedê de axivî û got: “Gelê kurd di heyama diyarkirina çarenûsa xwe de ye. Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e.”

Bajarê Amedê weke her sal careke din îsal jî ji bo Newroza 2023’yan mazûvaniya Newrozeke dîrokî dike. Amed bûye lehî û herikiye qada Newrozê û bi sed hezaran kes nerazîbûn nîşanî polîtîkayên îktidarê didin û qad kirine roja serî hildanê. Bi sed hezaran kes bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dikin.

Beşdariya ciwanan li pîrozbahiyê balê dikişîne ser xwe û ciwan dilsoziya xwe ya bi Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan re tînin ziman. Komeke ciwanan got, “Em ê Ocalan azad bikin.”

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk xîtabî bi sed hezaran kesên ku li qadê kom bûne kir. Turk wiha axivî: “Newroza Amedê pîroz be. Newroz berxwedan e. Belê gelê me yê hêja weke ku hûn dizanin bi deh hezaran kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da. Em sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin.

Newroz roja azadî û berxwedanê ye. Careke din Newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Kawayê Hesinkar li çiyayên Zagrosê agirê Newrozê pêxist. Ji wê rojê heta îro Kawayê Hemdem û hevriyên wî agirê Newrozê gur kirin. Lewma Newroz ji bo kurdan girîng e.

Em ê faşîzmê hilweşînin

Îro roja vejîna gelê kurd e. Rojeke girîng e. Newroz siberoja me ya azadiyê ronî dike. Em îro di heyamek guherînê û veguherînê de ne. Em di serdemeke ku faşîzm têk here de ne. Em dibêjin bimire faşîzm. Em ê li dijî faşîzmê berxwedana gelan mezin bikin. Ji bo em di hilbijartina pêşiya me de vê faşîzmê hilweşînin û komara demokratîk pêk bînin, em ê bi hev re têkoşîneke bibiryar bikin. Armanca me ew e ku li dijî zextên li ser gelê kurd berxwedan bê kirin. Tenê ne li bakurê Kurdistanê, di heman demê de li başûr û rojavayê Kurdistanê jî li ser gelê kurd şerê tunekirinê tê meşandin. Îro roj roja dij derketina şerê tunekirinê ye.

Ev heyama azadiyê ye

Ez bang li gelê kurd dikim. Em li dijî faşîzmê têdikoşin. Heke îro li dijî dijminatiya li ser kurd bêdeng bimînin, ev bêexlaqiyeke mezin e. Ji bo avakirina pergaleke nû heyameke nû li pêşiya me ye. Divê li dijî vê îktidara ku aloziyan derdixe, têkoşîn bê berfirehkirin. Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e. Em neçarin ku têkoşîna vê yekê bidin. Îro bi hezaran kurd di zindanan de ne. Ev dijminatiya gelê kurd e. Heke em li dijî vê yekitiya xwe ava nekin, heke em hesabê vê yekê nepirsin, xwelî li serê me be. Divê em dawî li dîlgirtina zindanê ya 24 salan bînin. Ev heyam heyama azadiyê ye. Wê gelê kurd wê di vê heyamê de çarenûsa xwe diyar bike.”