spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ruhê 8’ê Adarê diherike qada Newrozê’

 Di fînala pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de gel pêl bi pêl herikin qadê. Bername piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir

Newroza îsal ku bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin, diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hate kirin. Fînala Newroza îsal li Amedê tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka Newroza ya li navçeya Rezanê tê lidarxistin. Dika mezin a qada pîrozbahiyê bi rengê reş hatiye xemilandin û pankarta “Newroz pîroz be” hate daliqandin.

Li qada Newrozê posterê Jîna Emînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin ê bi nivîsa “Bi tayê porê Jîna Emînî, em ê tekoşîna jinê bilintir bikin” û posterê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an Amedê ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin ê bi nivîsa “Kemal Kurkut nemir e” hatin daliqandin. Li gel posteran, her wiha pankartên “Şîna me sedema tekoşîna me ye”, “Newroz cejna azadiyê ye”, “Ciwan agirê Newrozê yê qet venamire ye” û “Ruhê 8’ê Adarê diherike qada Newrozê” hatin daliqandin.

5 metreyan têla dirî bi cih kirin

Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ku di Newroza par de ketibû nava hewldanên provakasyonê, di navbera dikê û qada Newrozê de bi bilindahiya 5 metreyan têla dirî bi cih kir. Ciwanên ku bi pankartên xwe derketin ser têlan, bi dirûşman Midûriyeta Emniyetê protesto kirin. Polîsan hewl dan mudaxileyî ciwanan bikin lê nekarîn xwe bigihînin ciwanên 5 metreyan derketin ser têlan.

Dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin

Hêrs û kîna li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê derket lûtkeyê. Jin û ciwanên ku qada Newrozê tije kirin, bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Bernameya Newrozê ku bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dest pê kir.

Protokola Newroza Amedê

Di protokola Newroza Amedê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Cîgira Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Seroka Lijneya Rêveber a SAMER’ê Yuksel Genç, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan Yeşîl, Înîsiyatîfa Malbatên 5’ê Hezîranê û Malbatên Pirsûsê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) cih girtin.

Mêvanên taybet

Mêvanên taybet ên Newrozê jî ji Malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar, hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş, hevjîna Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, Zeynep Mizrakli ne.

Di heman demê de MED TUHAD-FED, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Pîr Sûltan Abdal, MED-DER, Enstîtûya Kurd, Komeleya Jinan a Rosayê, Amedspor, Serokê Baroyê Amedê Nahît Eren, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Mehmet Kaya û Serokê Lijneya Rêveber a GUNSÎAD’ê Nûrûllah Edemen jî di protokolê de cihê xwe girtin.

Pêşkeşvaniya pîrozbahiyê jî hunermend Devrîm Demîr û lîstikvanê şanoyê Ozcan Ateş dikin. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy li qada Newrozê bi zaravayên kirmanckî û kurmancî Newroz pîroz kir û wiha got: “Ez Newroza rêhevalên me Denîz Poyraz û Nagihan Akarsel pîroz dikim.”