18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Turk: Tu rewabûna Erdogan nemaye

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyek hilbijartinê ya nedemokratîk de derbas dibe û wiha got: “Tu rewabûna Erdogan nemaye. Em bêmoraliya xwe deynin aliyekî û ji 14’ê Gulanê xurttir biçin ser sindoqan.”

Siyasetmedarê kurd û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, hilbijartinên 14’ê Gulanê û hilbijartina serokkomariyê ya 28’ê Gulanê ji nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal re nirxand.

‘Dibe ku encamek gelek cuda were bidestxistin’

Ahmet Turk diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de îstîfanekirina 16 wezîran li dijî Qanûna Bingehîn e û wiha got: “Ne mimkûn e ku mirov behsa hilbijartinek demokratîk bike. Me gelek lêkolînan kir. Me carek din dît ku gelek rayên zêde hatine bikaranîn û cihê rayan hatine guhertin. Dema em bi awayek giştî lê dinêrin, kêmasiyên me gelek hene û ev kêmasî derketin holê. Hem di warê wezîfedarên li ser sindoqn de hem jî kêmasiyên me û kêmasiyên muxalefetê yên di pêvajoya hilbijartinê de hatin dîtin. Helbet dê piştî 28’ê Gulanê nirxandinên me li ser van kêmasiyan hebin. Heke bi encamên sindoqan neyê lîstin û em xwedî li sindoqan derkevin bi rastî jî wê rewşa Kemal Kiliçdaroglû baştir be. Dema em bi awayek giştî li hilbijartinên 14’ê Gulanê dinêrin, em dibînin ku pêvajoyek hilbijartinê ya demokratîk pêk nehatiye. Ez wisa bawerim heke di 28’ê Gulanê de xwedî li sindoqan bê derketin wê encamek pir cuda derkeve.”

‘Erdogan rewabûna xwe winda kiriye’

Turk bal kişand ser axaftina serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ku şeva 14’ê Gulanê li şaneşînê kir û wiha got: “Axaftinek gelek bi fikar e. Heta ku hilbijartin biqede jî Erdogan pir fikar nêz dibû. Piştî encam derketin holê ji Erdoganê beriya 14’ê Gulanê Erdoganek din derket. Ez wisa bawerim ku kesê ku ji sedî 49’ê dengan bi dest bixe, dikaribû ji sedî 50’î jî temam bike. Li gorî min dewletê hemû derfetên xwe xist dewrê û bi dek û dolaban xwestin Kiliçdaroglû li paş bihêlin û hilbijartinê biqedînin. Lê ev hesab dikarin gelek encamên cuda derxin holê. Hilbijartina 28’ê Gulanê jî wê bi awayek nedemokratîk pêk were. Birêz Kiliçdaroglû hê jî namzet e. Wê nikaribe bikeve pêşiya rewabûna Erdogan. Divê ku ji bo Erdogan rewa bibe, gavên wisa neavêta. Heke ez bûma ez ê vekişiyam. Bila Erdogan kerem bike bi tena serê xwe biçe hilbijartinê. Erdogan difikire ku wê bi tûra duyemîn xwe rewa bike. Bi vê fikrê diçe hilbijartina tûra duyemîn. Tenê dixwaze xwe rewa bike. Lê li gorî min Erdogan ji zû ve rewabûna xwe ji dest daye.”

‘Wê gel dengê xwe zêdetir bike’

Turk bal kişand ser neheqiyên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha axivî: “Heta qirikê bêdaletî û bêhiqûqî heye. Îktidar van dike. Tevî Desteya Bilind a Hilbijartinê, Qanûna Bingehîn ku biryar dan ku wezîf îstîfa bikin jî lê nekirin. Biryar hat dayîn ku walî, qeymeqam, leşekr û polîs destê xwe nexin nav hilbijartinê. Baş e ka wê ev çawa bibe demokrasî? Me bi çavên xwe dît ku zextan dikin. Di hilbijartinek wiha de tu yê çawa hilbijartinek demokratîk derxî. Dîsa ez wisa bi bawerim tevî van hemû tiştên qewimîne jî wê gel van xerabiyan ji pêşiy xwe rake. Gel wê li dijî bêhiqûqiyan hin bêtir bi xurtahî dengê xwe derxe û bide bihîstin. Wê di sindoqan de hêza xwe nîşan bide. Ez bi vê bawerim. Lê bes tevî van hemû astengî, neheqiyan jî biçin ser sindoqan. Em bi xurtî biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqên xwe derkevin. Wê çaxê dê encam diyar bibin.”

‘Em hîn bêtir bi xurtî biçin ser sendoqan’

Turk destnîşan kir ku di hilbijartina tûra duyemîn de çûna ser sindoqan gelek girîng e û wiha got: “Gelo em ê bibin alîgirê demokrasiyê an jî em ê piştevaniya nijadeperestî, yekperestî, înkara gelê kurd û feraseta ku bi salane zextan li gelê kurd dike, bikin?  Heke em tercîha xwe di warê demokrasiyê de bikar neyînin, em ê bikevin gelek kêmasiyan. Dibe ji ber hilbijartinên 14’ê Gulanê xeyîdandin, bêmoralî çêbûbe lê em van deynin aliyekî û em ji 14’ê Gulanê xurttir û bi baweriyek mezin biçin ser sindoqan. Em bi baweriya ku em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, biçin ser sindoqan. Dengek jî gelek girîng e. Em di serdemek ku pêdivî bi dengekî jî heye de derbas dibin. Divê em vê hilbijartina 28’ê Gulanê wek referandûmê bibînin. An em ê bibin alîgirên demokrasiyê yan jî em ê bibin alîgirên sepanên antidemokratik ku êş û janê tê tîne serê me. Divê gelê me hesabê vê yekê baş bike. Tenê ne gelê kurd, divê hemû gelên Tirkiyeyê hesabê vê yekê bike. Pêwîste em piştevaniya ferasetek demokratîk ku siberoja me mîsoger dike bikin.”