Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 14’ê gulanê de hilbijartina serokomariyê û parlamenteriyê hat kirin. Di hilbijartina tûra yekemîn de li bakurê Kurdistanê ji namzetê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglû re rêjeyeke mezin deng derket. Li tevî hemû zext, astengî û gefan jî gel çû ser sindoqan û dengên xwe bi kar anî. Tevî encamên derketin jî AKP weke her demê bi rayedarên dewletê re zextên xwe yên li ser xelkê didomîne.
Bi gefan dengan dixwazin
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê serokê AKP’ê yê navçeyê bi fermandarê qereqolê re li gundên Kiror, Hedrîş û Nêrwehê yên bi ser Qilebanê ve bi gel re civîn li dar xistin. Di civînê de serokê AKP’ê ya Qilebanê gef li gundiyan xwariye û gotiye, “Ew qasî cerdevanê me li vir hene çawa dibe ku ji Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglu re deng derdikevin. Ma me ji we re negotibû ku divê dernekeve?”
Gundiyan diyar ku rayedarên AKP’ê û qereqolê ji bo hilbijartina tûra duyemîn zext li wan hatiye kirin ku dengên xwe bidin Erdogan.