28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn

Akademîsyenê îtalî Enrico Maria la Forgia diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê rewşa mafên mirovan û xebatên siyasî yên Tirkiyeyê radixe ber çavan û wiha got: “Tecrîd, hem li dijî gel û hem jî li dijî PKK’ê weke şantajê tê bikaranîn.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de di encama komploya navneteweyî de hate girtin û ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Piştî ku AKP dîsa li konsepta şer vegeriya, pergala tecrîdê hêj bêhtir hate girankirin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran tên redkirin û ev rewş, veguherî rewşa agahînegirtina mutleq.

Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 36 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û rojnamegerên ji 7 welatan pêk tê, di navbera 24-29’ê çile de li Stenbol, Enqere û Amedê bi partiyên siyasî, baro û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinan, delegasyonê têkildarî tecrîda li Îmraliyê raporek aşkera kir.

Akademîsyen û rojnamegerê îtalî Enrico Maria la Forgia têkildarî hewldan û xebatên delegasyonê yên li dijî tecrîda ser Îmraliyê axivî. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ergîn Çaglar li ser mijarê agahî ragihandin.

Hemû girtî tên tecrîdkirin

Forgia, anî ziman ku di encama hevdîtinên li Tirkiyeyê de gihiştine wê qenaetê ku rewşa Abdullah Ocalan, rewşa Tirkiyeyê ya mafên mirovan, cezayên hepsê, azadiya xweîfadekirinê û xebatên siyasî radixe ber çavan û wiha got: “Bi taybet jî me ferq kir ku li Îmraliyê sepanên dermirovî di meriyetê de ne û van sepanan bandor li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê kiriye. Ev binpêkirinên navneteweyî, îro bandorê li nêzî 70 hezar girtiyan dike. Her çend ku aktîvîst, rojnameger, rewşenbîr û zanyar di bin rejîma tecrîdê de nebin jî, di şert û mercên Ocalan de tên ragirtin.”

 Tecrîd bûye amûra şantaj û gefxwarinê

Bi domdarî Forgia anî ziman ku girtî ji mafên xwe yên weke tedawîbûn, hevdîtinên bi parêzer û malbatên xwe re, wergirtina name û pirtûkan û ji mafê agahîgirtinê bêpar tên hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her dengê ku hikumetê rexne dike, ji hêla meqamên darazê ve weke çalakiyeke tundiyê ya ku talûkeyekê li ser sivîlan çêdike tê nirxandin û hewl didin bi ‘terorîzmê’ bê deng bikin. Gelê kurd Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibîne û îktîdar ji bo têkiliya di navbera Ocalan û tevgera kurd de qut bike, polîtîkaya tecrîdê ferz dike. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan û polîtîkaya şer û pevçûnan a li welêt bi hev re tên meşandin. Tecrîd, hem li dijî gelê herêmê û hem jî li dijî PKK’ê weke şantajekê tê bikaranîn.”

Aktorê sereke yê çareseriyê Ocalan e

Di dewamê de Forgia diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên tevahiya gelên Rojhilata Navîn çareseriyên radîkal pêşkeş dike û wiha got: “Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî gelek caran kete nava hewldanan. Pir balkêş e ku tevahiya hewldanên wî jî li Îmraliyê çêbûn. Her çend demkî jî be bandoreke wê ya erênî li ser pêvajoya çareseriyê bû. Bê guman Ocalan hêj jî rêberê partiyê û aktorê sereke yê pêvajoya aştiyê ye. Heke Enqere bixwaze bi PKK’ê re li ser aştiyê li hev bike, neçare ku vê yekê bi serokê partiyê û nûnerê raya giştî ya kurdan re bike.”

Paradîgmaya Ocalan radîkal e

Forgie, bal kişand ser rista Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Nêrîna siyasî ya Ocalan, nûnertiya riya dawî ya ber bi sosyalîzmê ve diçe dike. Tişta ku di xebatên wî de bandoreke mezin li min dike ev e; ne tenê nêzikatiyeke felsefî ya sosyalîzmê ya li Başûr-Rojava-Asyayê hatiye pêşxistin û ji bo herêmekê were cîbicîkirin e; di heman hemên demê de nûnertiya yekkirina teoriyên çepgiran ên Rojava û Rojhilate jî. Fikrên Ocalan fikrên radîkal in û wekheviya zayenda civakî, pirçandîtî û ekolojî girêdayî hev in. Weke di paradîgmaya Rojava de, bingeha pêşxistina saziyên siyasî dibîne. Analîza Ocalan a dîrok û modornîteyê, ne tenê têkiliyên di navbera serdest û bindestan/çîna jêr; di heman demê de têkiliyên hêzê yên di navbera mirov û hawirdorê de jî dinirxîne. Em rojavayî di halê hazir de di mijara analîzên wiha kûr û berfireh de her tim ne serkeftî ne.

Heke em bên ser mijara têkoşîna gelê kurd; li gorî min sekneke pir zelal a ji bo gel bila qedera xwe diyar bike, tiştekî rewa ye. Çepgirên cîhanê bi hêviyekê mezin wan temaşe dikin. Wisa xuya dike ku cerebeya li Rojava û têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê weke şoreşekê bandorê li tevahiya çepgirên çar aliyên cîhanê dike. Yek ji teoriyên ku di rewşa heyî ya cîhanê de dikare bên pratîzekirin jî teoriyên Ocalan in. Li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê bi awayekî tên pratîzekirin.”

CPT çima raporan eara nake?

Têkildarî neeşkerekirina raporan a Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî Forgie wiha got: “CPT di îlona 2022’yan de ji bo Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin çû serdana Tirkiyeyê. CPT xwedî wê rayeyê ku xîtabî piştevaniya Ewropayê dike. Welatên Ewropayê û saziyên wan, ji ber mijarên bazirganî û penaberiyê dengê xwe ji Tirkiyeyê re nakin. Lewma di mijarên hesas ên weke Ocalan de li ber kamerayan dengê xwe nakin. Tirkiyeyê di demên berê de jî gelek caran nîşan da ku dikare di mijara aboriyê de şantajê li welatên ewropî bike. Weke mînak; di sala 1999’an de serlêdana statûya penabertiya siyasî ya Ocalan a ji bo Îtalya û Almanyayê, ji ber gefa Tirkiyeyê ya bisînorkirina kargeh û hemwelatiyan hate redkirin. Di demekî nêz de jî ji bo zextê li ser sînorên Ewropayê bike, qismekî sînorên xwe li ber penaberan vekir û gef xwar. Dibe ku gelek sedem hebin ku CPT raporên xwe aşkera neke: An Enqereyê yan jî Brukselê zext li komîteyê kir an jî fêm kir ku rewşa tenduristiyê ya Ocalan ji texmînên wan xirabtir e û ji bo rê li ber rageşiyên di hundirê Tirkiyeyê de veneke wiha bêdeng ma. Lê sedemeke teqez tune ye.”

Gelek xebat kirine

Forgia, têkildarî xebatên delegasyonê jî ev agahî dan: “Em çawa ku vegeriyan Îtalyayê, me rewşa heyî li ser hemû rojname û radyoyan belav kir. Têkildarî tecrîdê me bi rêxistinên civaka sivîl ên li welêt re bi ser navê ‘Maf û Mercên Girtiyan’ çalakî li dar xistin. Ji bo ku rapora me ya di 25’ê adarê de bêhtir di çapemeniyê de cih bigire, em xebatên xwe didomînin. Me li komeleyên cuda û radyoyên populer ên li Îtalyayê axaftin ji bo gel kirin. Di çalakiyeke li Zanîngeha Bolognayê jî me bi mijara têkoşîna gelê kurd û Rojava mijar anî rojevê.  Li gel van, ji bo Ocalan û têkoşîna gelê kurd bêhtir bikeve rojeva siyaset û derdorên cuda yên civakê, em di nava hewldanan de ne. Divê ji bo van xebatan tora li Ewropayê baş were pêşxistin, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî divê platformeke ku komîteyên neteweyî û siyasî bi hev re bikarin têbikoşin were avakirin. Li gel civaka sivîl, her wiha divê rayedar jî gavan biavêjin û zextê li ser otorîteyên neteweyî û navneteweyî çêbikin. Ji bo vê jî divê tifaqên navneteweyî werin avakirin. Me di demên berê de nîşan da bê ka di mijarên cuda de tifaqên navneteweyî û enternasyonalîst çawa dixebitin.

Bi heman awayî, em hewl didin bi saziyên navneteweyî re hevkariyê bikin. Armanca me ew e ku ne tenê li welatên Ewropayê, li parzemînên din jî civaka sivîl tev li xebatan bikin û platformeke xurt pêş bixin. Weke endamên delegasyona navneteweyî, peywira me tenê ew nîn e ku tenê li ser mafên mirovan û merc û çîroka Ocalan bisekinin, di heman demê de divê em çîroka bîrdoziyê jî belav bikin û raya giştî ji vê mijarê bêhtir agahdar bikin.”