2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê kuştina stranbêj Cîhan Aymaz şermezar kir

HDP'ê derbarê kuştina stranbêjê kurd Cîhan Aymaz de daxuyaniyek da û got: "Êrişa nijadperest encama polîtîkayên qirêj a AKP-MHP’ê ye!"

Stranbêjê kurd Cîhan Aymaz ê 30 salî bi eslê xwe xelkê Dîgora Qersê ye, li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê li ber peravê stran digotin, bi hinceta strana jê hatiye xwestin negotiye, hat kêrkirin û paşê ket nav deryayê û jiyana xwe ji dest da. Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan, derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev demeke dirêj e ku deshilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi zimanê xwe yê qirêj û polîtîkayên xwe yên nijadperest tovên neyartiyê di navbera gelan de belav dike. Bi taybetî pêvajoya xwe ya hilbijartinê li ser dijminahiya Gelê Kurd dimeşîne û dixwaze helwesteke nijadperest li vê erdnigariyê bi cîh bike.

Îro li navçeya Stenbolê Kadikoyê muzîkjenekî ciwan ê 30 salî Cîhan Aymaz ji ber vî zimanê nijadperest ê Erdoxan û AKP-MHP’ê rastî êrişeke nijadperest hat û sed mixabin ku ji ber vê êrişê jiyana ji dest da. Cîhan ji ber ku bi deng û awazê xwe li hember vê qirejiya AKP-MHPê hatiye, berî niha jî bi destên dadgehên aligir rastî tundiyê hatibû. Em ji ber qetilkirina Cîhan pir bi xemgîn in û ji malbat û hezkiriyên Cîhan re sersaxî û sebrê dixwazin. Serê gelê me sax be.

Em bawer dikin ku yên bi hisabên qirêj dixwazin deshilatdariya xwe bidominin û tovên nijadperestiyê bireşînin dê têk biçin û li hemberî îradeya gelan dê bifetisin. Di heman demê de em bi hêvî ne ku bi hêz û serfiraziya ciwanan em ê bi ser bikevin û êdî nehêlin dijminahiya gelan bibe rojeva vî welatî.”