17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîhrîcana Orkêş sibê dest pê dike

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Koordîneya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Kevana Zêrîn 2'yemîn Mîhrîcana Orkêş dide destpêkirin

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Koordîneya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinan amadekariyan dikin ku  2’yemîn Mîhrîcana Orkêş a Mûzîk û Strana Gelan di 5’ê Gulanê de dest pê bike.

Sala 2017’an 1’emîn Mîhrîcana Orkêş ji bo bibîranîna têkoşer Mizgîn (Gurbet Aydin) û hemû şehîdên Tevgera Çand û Hunerê ya Kurdistanê bû. Di wê mîhrîcanê de 38 kom ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê beşdar bûn.

Hunermend Mizgîn ku xwedî bandoreke mezin li ser gelê Kurdistanê bû û roleke mezin di pêşxistina hunera şeroşgerî de lîst. Têkoşer Mizgîn ji gundê Bilaydir ê bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ye. Sala 1962’yan ji dayik bûye. Têkoşer Mizgîn piştî têkoşer Mahsûm Korkmaz (Egîd) nas dike, tev li Tevgera Rizgariya Kurdistan dibe û 11’ê Gulana 1992’yan di şerê bi dewleta Tirk re, şehîd bû.

Armanca mîhrîcanê ew e ku piştgiriya madî û manewî bidin hunermendan û têkiliyên navbera komên mûzîk û stranan de xurt bikin.

Mîhrîcan hat taloqkirin

Komîteya amadekar a mîhrîcanê 5 salan mîhrîcan taloq kir. Di sala 2018’an û 2019’an mîhrîcan ji ber êrişên dewleta Tirk li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û sala 2020’î û 2021’ê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li herêmê, mîhrîcan nehat lidarxistin.

Di sala 2022’yan de jî, ji ber ku Komîteya Amadekar bi xebatên rêxistinî yên tevgerê re mijûl bûbû mîna amadekirina rêzfîlma Evîna Kurd, mîhrîcan nehat lidarxistin.

Şertên mîhrîcanê

Ji destpêka sala 2023’yan ve, Komîteya Amadekar dest bi amadekariyên lidarxistina gera duyemîn a mîhrîcanê kiriye. Her wiha komîteyê ji 15’ê Çileyê ve heta 20’ê Sibatê dem ji komên beşdar re diyar kir da ku gotinên stranên xwe bişînin.

Komîteyê ji bo beşdaran gelek şert diyar kir. Jê divê ku hejmara her komekê ne kêmtirî 5 kesan û ne zêdetirî 12 kesan be di nav de muzîkjen. Kesek an gelek kes dikarin bi stranên tekakesî tev li mîhîrcanê bibin. Bi şertê ku stran bi navê komê be ne bi navê kesan be. Divê navê her komekê hebe.

Ji mafê tîmên beşdar e berhemên xwe di 10 deqe heta 20 deqeyan de pêşan bidin bi şertê ku her tîmek herî kêm du stran hazir bikin yek jê nû be û ya din kenvar be lê belavkirina muzîka wê nû be. Çêtir e ku her komek, straneke kevnar a herêma xwe amade bike û pir ne belav be.

Her wiha ji mafê koman e ku 2 stranên nû pêşan bidin heke demên wan 2 deqe derbas nakin. Tîmên beşdar jî dikarin bi cil û bergên xwe yên taybet beşdar bibin.

Komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yan jî Kurdistanê yan jî dewletên din dikarin bi tevahî zimanan tev li mîhrîcanê bibin.