7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stenbol û Eskîşehîrê 7 kes hatin girtin

Di encama serdegirtinên malan ên li Stenbol û Eskîşehîrê de Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, namzetê parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Muslum Koyun û edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz jî di nav de bi giştî 7 kes hatin girtin

Di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên ji hêla serdozgeriyên komarê yên Stenbol û Eskîşehîrê de, polîsan di 30’ê nîsanê de li her du bajaran bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de namzeta parlamenteriyê ya Stenbolê Burcu Ayyildiz, namzetê Eskîşehîrê Muslum Koyun û namzeta Îzmîrê Meryem Yildirim, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Nadiye Gurbuz, endamên Meclisê Jinan ên Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jî di nav de bi giştî 23 kes hatin binçavkirin.

Xebatên siyasî weke sûc hatin nîşandan

Ji bo wergirtina îfadeyan, kesên binçavkirî sewqî edliyeyên Stenbol û Eskîşehîrê hatin kirin. Ji binçavkiriyan; daxuyaniyên çapemeniyê, xebatên siyasî, daxuyaniyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê û protestokirina wan weke sûc hatin nîşandan. Parêzeran da zanîn ku sedema bingehîn a lêpirsînan jî bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ye.

Piştre jî dozgeriyê 13 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir.

Dadgeriyê, ji bo Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz, Kalender Polat, Sînem Çelebî, Adnan Ozcan û Selvînaz Goçmez biryara girtinê da.

Di lêpirsîna li Eskîşehîrê de jî heman tawanbarî hatin kirin. Yek ji kesên bi daxwaza girtinê ji dozgeriyê sewqî dadgehê hatiye kirin jî namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Eskîşehîrê Muslum Koyun bû û hate girtin.

Kesên din jî bi şertê kontrola edlî û hefs malê hatin berdan.