19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îstinafê biryara qeyûmê Êlihê xera kir

Cîgirê qeyûmê Şaredariya Êlihê Metîn Gurbuz bûbû sedema mirina karkerekî. Waliyê Êlihê nehiştibû der barê Gurbuz de lêpirsîn bê destpêkirin. Lê Dadgeha Îstinafê bi sedema ku di warê sûc de gelek delîl hene, biryara walîtiyê xera kir.

Li Êlihê di 12’ê Îlona 2021’ê de karker Nûrî Aydin di înşeata navenda kar de ku ji aliyê midûriyeta çandê ya rêveberiya qeyûm ve hatibû kirêkirin, jiyana xwe ji dest dabû. Aydin, ji ber kêmasiyên cîgirê qeyûm Metîn Gurbuz jiyana xwe ji dest dabû. Derketibû holê ku di ser bûyerê re du sal derbas bûne, lê hê jî der barê Gurbuz de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Sedema vê jî, Qeyûm-Walî yê Êlihê Ekrem Canalep nehiştiye der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin. Saziya Tiba Edlî (ATK), cîgirê qeyûm Metîn Gurbuz qisûrdar dîtibû.

Lê belê piştî ku qeyûm nehiştibû der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê serî li Dadgeha Îdare ya 6’an a Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Dîlokê da. Dadgeha Îstinafê serlêdana serdozgeriyê qebûl kir û biryar da ku biryara “nehiştina destpêkirina lêpirsînê” xera kir. Dadgeha Îstinafê bi sedema ku di warê sûc de gelek delîl hene, biryara walîtiyê xera kir.

Gava Gurbuz, di Midûriyeta Karên Çand û Civakê ya Şaredariya Êlihê de dixebitî, ji bo di kar û barên çandê de bê bikaranîn navendeke kar kirê kiribû. Li vê navendê hosteyê înşeatê Nûrî Aydin dest bi kar kiribû. Di 7’ê Tîrmeha 2021’ê de di dema karê înşeatê de Aydin bi giranî birîndar bûbû. Aydin, di 12’ê Cotmeha 2021’ê de jiyana xwe ji dest dabû.

Tevdîr nehatiye girtin

Serdozgeriya Komarê ya Êlihê têkildarî mirina Aydin lêpirsîn dabû destpêkirin û di rapora xwe ya der barê cihê bûyerê de diyar kiribû ku ji bo ewlehiya kar tu tevdîr nehatine girtin.

ATK: Gurbuz qisûrdar e

Piştî vê dozgeriyê ji Saziya Tiba Edlî xwestibû ku qisûrên bûyerê diyar bike. Saziya Tiba Edlî, di rapora xwe de diyar kiribû ku dikaribûn bi tevdîrên hêsan rê li ber vê qezayê bigirin. Di raporê de Gurbuz wekî qisûrdarê sereke hatibû nîşandan.

2 sal derbas bûn

Lê tevî rapora Saziya Tiba Edlî jî, Walîtiya Êlihê nehiştibû ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der barê Metîn Gurbuz de lêpirsînê bide destpêkirin.

Metin Gurbuz?

Metîn Gubuzê ku Walîtiya Êlihê nahêle der barê wî de lêpirsîn bê destpêkirin, hevjînê Adîle Gubuzê ye ku Cîgira Serokatiya AKP’ê ya Êlihê ya berê û namzeta parlementeriyê ya sala 2015’an ne. Gurbuz, bêyî ezmûn li midûriyeta nivîsgehê hat bicihkirin. Piştî ku Alî Osman Bîlgîliyê ku bi nelirêtiyên xwe bû rejove û tayinî Osmaniyeyê hat kirin, Metîn Gubuz, tayinî Midûriyeta Karên Çand û Civakê hat kirin. Paşê Gurbuz, bû cîgirê qeyûmê Êlihê. GUrbuz di ber vê peywira xwe re  berpirsê Mdiûriyeta ÇApemeniyê û Têkiliya Gel, Midûriyeta Agahiyan, Midûriyeta Çand û Civakê, Midûriyeta Sporê, Midûriyeta Makîne, Îkmal û Sleihandinê, Midûriyeta Zabiteyan, Midûriyeta Jinan û Malbatê û Midûriyeta Perwerdehiyê ye.