6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Akîf Akin: Dewlet qîmetê nadin zarokan

Endamê Navenda Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Êlihê Mehmet Akîf Akin der barê roja zarokan a cîhanê de diyar kir ku dewlet qîmetê nadin zarokan u bêtir hatina xwe li şer xerç dikin.

20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê ye. Di sala 1989’an de ji Konvensiyona Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina mafên zarokan 20’ê mijdarê wekî roja zarokan a cîhanê qebûl kir. Li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj mafê zarokan tê binpêkirin. Di serdema desthilata AKP’ê de jî gelek zarok hatine qetilkirin û kujerên wan serbest in. Niha jî li gelek deverên cihanê zarok tên kuştin. Îro li cîhanê bi milyonan zarok wekî karker di karên giran de tên xebitandin. Li gelek tarîqat û cemaetan jî zarok bi tecawizê re rû bir û dimînin. Parêzer û Endamê Navenda Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Êlihê Mehmet Akîf Akin der barê roja zarokan a cîhanê de ji rojnameya me re axivî û nirxandin kir.

Parêzer Mehmet Akîf Akin, diyar kir ku di civakê de qîmeta zarokan tune û ev tundiya li ser zarokan zêde dike û wiha got: “Lêdan wekî rêbazek perwerdehiyê tê dîtin. Rewşên awarte yên wekî karesatan faktorên xetereyê ji bo destdirêjiyê pêk tînin. Ji bo parastina zarokan di serî de malbat hewceye di vê mijarê de perwerdehiyeke baş bide zarokên xwe. Ji ber ku ne tenê di aliyê fîzîkî de, di aliyê hestiyarî de jî dikarin bên îstismarkirin. Lewma piraniya malbatan agahiya wan jê tune ku zarokên wan rastî tundiyê tên. Yan jî malbat bixwe bêyî ku haya wan jê hebe, tundî li zarokên xwe dikin. Ji bo pêşî li tundiyê bê girtin beriya her tiştî divê perwerdehiyeke baş bê dayîn. Ne tenê li dibistanê divê di tevahiya civakê de polîtîkayeke hişyarî bê meşandin.”

Ferasetên paşverû

Akîf Akin, da zanîn ku deshilat her tim ji bo polîtîkayên xwe yên şer mafên zarokan paşguh dikin û wiha axivî. “Bi taybetî di van salên dawî de malbatan ji ber zehmetiyên aborî û piştgiriya dewletê zarokên xwe radestî medreseyên olî kirin. Gelek caran zarok li cemaetan rastî destdirêjiyê tên. Ji ber ku saziyên wiha nayên kontrolkirin û malbatên zarokan xwe li benda wan saziyan dihêlin. Bi mehan li çarenûsa zarokên xwe napirsin. Ji ber ku feraserta desthilatê bi awayekî parastinê nêzî saziyên bi vî rengî dibe û ceza jî ne asteng in. Gelek caran ji ber van bê astengiyan kiryar rû didin der. Bi taybetî divê em zarokên xwe di dest û wijdana ferasetên paşverû de nehêlin. Dema em lê dinêrin, em dibînin ku li vî welatî mafê zarokan paşdemayî ye û pêşî girîngiyê didin polîtîkayên şer.”

Dewlet qezenza xwe li şer xerç dikin

Akîf Akin di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku piraniya dewletan qezenca xwe ji bo şer xerc dikin û wiha axivî: “Ev jî dibe sedem ku mafên zarokan nayê parastin. Liv an welatan zarok ji stargeh, xwarin û perwerdehiya xwe bêpar in. Bi taybetî mafê zarokan ê perwerdehiya giştî û perwerdehiya zimanê dayikê tê astengkirin. Em bi zelalî dikarin bibêjin ku ev siyaseteke bi hişmendî ye.

Keda zarokan erzan dikin

Akîf Akin, di dawiya axaftina ev bal kişand ser kedxwariyê li dijî zarokan û wiha got: “Li gelek deverên cîhanê keda zarokan erzan dibînin. Keda zarokan dixwin. Piraniya zarokan di şert û mercên giran de dixebitin. Keda wan bêqîmet dibînin.