27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima agirbesta Israîl û Hemasê naçe serî?

Agirbesta behsa gotinê ya di navbera Israîl û Hemasê de hîna jî ne zelal e û li gorî çavdêrên navbênkar ên Misrê pêşketin di diyalogê de hene lê rayedarên Israîlê wê yekê red dikin

Demeke behsa agirbest û çarenûsa girtiyên di destê Hemasê de tê kirin lê hîna jî ew rewş ne zelale û hîna jî hin astengî li pêşiya peymaneke ku herdu aliyan razî bike heye.

Di vî warî de bi navbênkariya welatên wekî Amerîka, Qeter û Misrê hin hewldan tên kirin lê Israîl nêzî agirbestê nabe û Hemasê jî daxwaza agirbesteke 5 rojan dike.

Piştî gelek hewldanan Israîlê qebûl kir ku tenê rojê çend seatan navberê bide şer û red kir ku wê yekê wekî agirbest binav bike, di encamê de wekî ew navber jî bi kêrî tiştekî nehat. Wekî tê gotin 20 seatan bombekirin û 5 seatan navber ji bo rewşa Xezayê ne çareserî ye.

Her çendî ku ew welatên navbênkar dibêjin ku Israîl û Hemasê li ser geleki xalan li hev kirine û dibe di demeke nêz de agirbestek çend rojan bê îlankirin lê rayedarên Israîlê wê yekê red dikin û dibêjin ew nûçeyên di wî warî de tên belavkirin ne rast in.

Hemasê wan kesên ku di êrîşa xwe ya 7’cotmehê de dîl girtibû wekî zextekê ji bo bazara bi rayedarên Israîlê re bikar tîne û daxwaza serbestberdana girtiyên filistînî dike.

Ji aliyekî din ve Israîlê jî bi zexteke mezin a raya giştî re rû bi rû ye. Her ku diçe meş û nerazîbûnên ku ji alî xizmên dîlên di destê Hemasê de hate destpêkirin her ku diçe mezintir dibe û zexteke mezin li hikûmeta Netenyahu dike.

Xala nakokiya herî mezin

Tevî ku rayedarên Israîlê nûçeyên der barê nêzîkatiya li ser lihevkirina agirbestekê red dikin, rayedarên Misrê yên ku di şandeya navbênkariyê de ne didin xuyakirin ku aliyan li ser gelek xalan li hev kirine û hêvî heye ku di demeke nêz de agirbestek çêbibe. Hemasê ji bo serbestberdana beşek ji dîlgirtiyên Isdraîlê dixwaze Israîlê jî hin jin û zarokên girtî ên filistînî ji zindanên xwe berde.

Li gorî rayedarên Misrê agirbesteke 5 rojan tê pêşinyarkirin ku di berdêla wê de Israîlê 50 dîlgiritiyên israîlî ên di destê Hemasê de werin berdan.