spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ûgûr Kaymaz û bavê xwe di salvegera 19’emîn de tên bibîranîn

Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan hate qetilkirin û bavê wî Ahmet Kaymaz dê di salvegera mirina wan a 19’emîn de li ser gorên wan bên bibîranîn.

Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ên di 21’ê mijdara 2004’an de li navçeya Qosera Mêrdînê bi gulebarana polîsan li ber deriyê mala xwe hatin qetilkirin dê li ser gorên xwe bên bibîranîn. Dê di bîranîna li ser gorên wan ên li Taxa Pirîketa ya navçeya Qoserê de êrişên li dijî gorên Ûgûr û Ahmet Kaymaz jî bên şermezarkirin.

Bîranîna ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Malbata Kaymaz ve bê lidarxistin dê parlamenterên HEDEP’ê jî amade bin.

Rêxistina HEDEP’a Qoserê jî bang li welatiyan kiriye ku li dijî qetilkirina Ûgûr Kaymaz û bavê wî û êrişa li dijî gorên wan bêdeng nemînin.

Alî Kaymaz: Em êrîşan şermezar dikin

Birayê Ûgûr Kaymaz, Alî Kaymaz jî di peyama şand de wiha got: “Kekê min Ûgûr hêj 12 salî bû bi 13 guleyan, bavê min Ahmet Kaymaz jî bi 8 guleyan ji aliyê polîsan ve bi awayekî hovane û bêyî bên darizandin hatin qetilkirin. Hêrs û êşa me weke roja ewil e. Çend sal derbas bibin jî em şehîdên xwe ji bîr nakin. Beriya hefteyekê gorên bavê min û kekê min dîsa rastî êrişê hatin. Ev yek nêzîkî salvegera mirina wan bi zanebûn tê kirin. Ev yek jî bêexlakiya van kesên êrişkar dide nîşandan. Tehamulî gorên zarokên me û şehîdên me jî nakin. Ev ne tenê êrişî gorên me dikin, erişî şehîdgehên li Kurdistanê jî dikin. Tu şehîdên Kurdistanê bêkes nînin. Heta ku hesab ji kujeran neyê pirsîn em dest ji doza xwe bernadin. Helbet rojekê em ê hesaba van êrişên li dijî şehîdên me hatine kirin bipirsin. Ev êrişên li rûmeta me hatine kirinin. Em van êrişan şermezar dikin.”

Kaymaz, berdana kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast bi bîr xist û ev tişt gotin: “Çawa ku Ogun Samast hatibe berdan, weke kujerên Ûgûr, kujerên gelek zarokên me yên şehîd ji aliyê dewletê ve tên parastin. Nayên cezakirin. Nirxên me di dilê me de ne û dê her tim di dilê me de bin.”