4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di şilî û lehiyan de 9 kesan jiyana xwe ji dest da

Şiliya ku ji duh ve li bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kiriye didome û li gorî daneyên fermî 9 kesan ji ber lehiyên rabûne jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî winda ne.

Li bakurê Kurdistanê, şiliya ku ji duh ve dest pê kiriye berdewam dike. Şilî û lehiya rabû herî zêde xesar da Amed û Êlihê. Li navçeyên Licê, Bismil û Farqînê lehiyên ku rabûn xesar dan welatiyan û gelek amûrên wan bi avê re çûn.

Li Êlihê jî di saetên şevê de baraneke zêde bariya û lig elek taxên bajar av di bin mala de man. Li bajar dayikek û sê zarokên wê bi avê re çûn û jiyana xwe ji dest dan. Di saetên serê sibehê de di encama xebatên lêgerînê de cenazeyên her sê zarokan dayika wan hat dîtin.

Bîlanço

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, der barê enncamên şiliyê de daxuyaniyek da û bilançoya giştî ragihand. Yerlîkaya, agahî da ku di şilî û lehiyên rabûnê de bi giştî 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 kes jî winda bûne.

Mêrdîn

Yek ji bajarên ku baran lê zêde bariya û  lehî rabû Mêrdîn bû. Li navçeyên Artûklû û Qoserê yên bajar lehî rabû û av kete malan. Ji ber barana zêde kevir û herî li ser rê kom bû û rê asê kir. Li gelek cihan jî bagera dijwar, dar qelibandin û tabelayên kargeh û navnîşanan ji cih derxistin. Tevî vê rewşa awarte jî qeyûmên bajar xebat nedan meşandin.

Dibistan hatin girtin

Ji ber şiliya zêde û gumana rabûna lehiyê li bajarên bakurê Kurdistanê yên mîna Şirnex, Çewlîg, Êlih, Amedê dibistan ji bo rojekê hatin girtin.

Li Serhedê berf dibare

Li bajarên herêma Serhedê jî berf bariya û ji ber berfa zêde rêyên gelek gundan hatin girtin û di çûn û hatina navçeyan de pirsgirêk derketin. Herî zêde jî berf li Erdexan, Erzirom, Agirî û Wanê bariyaye. Dîsa li bendê ye ku îşev jî li bajarên mîna Wan, Agirî, Bedlîs, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mûş û Erdexanê berf bibare.

Meteorolojî hişyarî da

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya 20’ê mijdarê parve kir û ji bo bajarên bakurê Kurdistanê yên mîna Êlih, Sêrt, Bedlîs, Elezîz, Erzîngan, Dêrsim, Şirnex, Meletiyê hişyariya barana zêde da.