17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP bi qoliyên AFAD’ê dengan dixwaze

Li navçeya Sûrê, rêveberên AKP’ê yên navçeyê qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê ku ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn amadekirin li xizmê xwe belav kirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê, qoliyên alîkariyê yên ku AFAD’ê ji bo mexdûrên erdhejê amade kiribûn, ji aliyê AKP’iyan  ve hatin belavkirin û bi wan propagandaya hilbijartinê hat kirin. Qoliyên ku beriya du mehan ji bo li mexdûrên erdhejê bên belavkirin hatibûn şandin, ji aliyê AKP’iyan ve hatine desteserkirin û îro ji bo hilbijartinên  tên bikaranîn.

Hate hînbûn ku Serokê AKP’ê yê Sûrê Davût Yildiz û pismamê wî Midurê Karên Fenê yê Şaredariya Sûrê Mehmet Yildiz, qoliyên alîkariyê li xizmên xwe belav kirine û weke alîkariyên AKP’ê li gundên Tilelêk, Dawda, Çûkûr, Kêvire Birrî û Şikêfte yên navçeya Sûrê ku xebatên hilbijartinê lê dikin belav kirine.