21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeke nîjadperest êrîşî otobuseke Êlihê kir: 3 kes birîndar bûn

Li Alanyayê, komeke nîjadperest êrîş bir ser otobuseke rêwiyan a fîrmayeke Êlihê û 3 kesan birîndar kirin.

Li navçeya Alanya ya Antalyayê, du otobeseke rêwiyan a fîrmaya Ozlem Batmanê ku ji navçeya Alanya ber bi Êlihê ve bi rê ketibû, ji aliyê komeke nîjadperest ve hat rawestandin û êrîş lê hat kirin. Li gorî agahiyan, koma nîjadperest li cihekî bêhndanê otobusê sekinandiye û êrîşî rêwiyên otobusê kiriye.

Di encama êrîşa nîjadperest de ajokarê otobusê, mûavîn û rêwiyek birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku êrîşkar jî bi wesayitan ji cihê bûyerê reviyan û polisan ew binçav nekirine.

Di dîmenên ku rêwiyan bi telefonê kişandiye de tê dîtin ku ajokar û mûavîn birîndar bûne.

Hat hînbûn ku piştî tedawiya destpêkê ya li nexweşxaneyê, otobus careke din ber bi Êlihê ve bi rê ketiye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê