spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev jî deynê hevalê te

Qazî jî dît ku zilam nasê wî ye, piştî çîroka xwe gotin, qazî çavek ji zilamê xwe re şikand û got divê tu 20 kaxetan bidî Behlûl.

Dibêjin carekê ji caran Behlûl di sûkê de dimeşiya, ji nişkê ve zilamekî sîleyek li pişta histê wî da. Dema Behlûl li mêrik vegeriya, mêrik got bibore welehî min tu şibandî hevalekî xwe û bi şaşî min te li da. Behlûl ji mêrik bawer nekir û li ser xirecira wan xelk ketin navbera wan û gotin biçin ba qazî bila ew ji hev safî bike. Qazî jî dît ku zilam nasê wî ye, piştî çîroka xwe gotin, qazî çavek ji zilamê xwe re şikand û got divê tu 20 kaxetan bidî Behlûl. Mêrik got pere bi min re tune ne. Qazî dîsa çavek ji xwe re şikand û got biçe bîne, bila Behlûl li vir be. Demek dirêj derbas bû lê mêrik venegeriya Behlûl ew tevgera çavşikandinê ya di navbera qazî û mirovê nasê xwe de jî di ber çavan re derbas kir, aciz bû û çû ber qazî sekinî, heta jê hat sîleyek li qazî da û got: Heke zilamê te vegeriya, heqê vê sîleya min te da, bila wan 20 kaxetan bide te.