2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keşeyê dêrê û melayê mizgeftê

Em difikirin ku ev teyrik li ser tu ol û bawerî û mezheban nîn e. Lewra hemû ol û bawerî, mizgeft, dêr, sinagok, laleş, cem û hemu cîhên bawerî ji bona Xwedanê. Lê Belê ev teyrik li ser tu ol û baweriyan nîn e

Bi salan berê li herêmeke Serhedê gelek netewe , ol û bawerî hebûn. Dêr , sînegok û mizgeft li bal hev bûn . Di dêran de zang (zigil, çan) hebûn û hêj jî hene . Ev ji bo agahdariya rojên ahîn û îbadetan bû. Li Mizegeftan jî çewan minare û banga meleyan. Keşeyê dêrê çi dema ku diçû ku zangê lê bide teyrikek dihat li ser zangê pisîya xwe dikir. Her wisa dîtin çareserî nabe biryar dan ku heyeta wan li hev du kom bibe, çareyekê bibînin. Keşe, papaz, metran û rûsipî li hev dicivin. Gelo em çi bikin ku vê teyrika han dema zanga dêrê de tê li ser zangê rîç dike. Hin ji wan dibêjin em defik (Xefik) deynin, hinek ji wan dibêjin em bikujn .

Rûsipiyekî wan metranekî zana û şareza ye, ji wan re dibêje : Ger ku em wê teyrikê bikujin nabe. Lewre ji aliyê hin kes û bawermendên din ve, dibe ku hatibe birêxistinkirin. Pêşniyara min em wê bi saxî bigrin, wê baştir be û em ê pê bizanibin sedem çi ye.

Xortek dibêje ; ez tevî metran dibim lê ji bona ku em wê zindî bigrin pîlneke min heye. Jê dipirsin ka bibêje çi ye pîlana te? Xort dibêje : Ji min re şûşeyeke şerabê bînin ez ê wê bigirim . Xort Şerabê vedixwe teyfikek datîne ber zangê. Dema ku li zangê didin teyrik carek din tê li ser zangê datîne. Teyrik çav bi teyfikê dikeve, weke avê tê de ye. Ji ber tîbûna xwe wê şerabê vedixwe , piştî kêlîyekê serê wê gêj dibe û ji xwe ve diçe. Teyrik digrin dixine nava qefesekê heya ku bi xwe ve tê.

Demek şûn de teyrik bi xwe ve tê çavê xwe vedike. Heyet bi hev dişêwirin ka em kesên bi zimanê çivîkan û teyran bizanibin bînin, bila ji teyrik bipirse. Kesekî temen mezin dibêje : Gelî Camêran ez difikirim vê teyrikê bi serê xwe nayê li ser zanga Dêra me rîç nake. Ev yeka hanê ha û gumana ‘meleyên mizgzftan’ jê heye. Dibe ku melekî bi zimanê teyran dizanîbe ji teyr re gotibe û nav tê dabe . Hin ji wan keşan gotina vî camêrî dipejirînin û qebûl dikin. Rusipiyekî di nav wan de dibêje : Ka em bişînin pey qazî û meleyê mizgeftê bila werin, em ji wan re bibêjin. Xortekî dişînin pey qazî û mele . Xortek diçe bal qazî û mele dibêje : Keşeyên dêrê ez şandime pey we.

Qazî û mele tênê dêrê bal wê heyetê . Qazî dibêje : Gelî camêran fermo we çima şandiye pey me ? Keşe dibêje: Birêz qazî û mele hun dizanin ku cuda cuda ol û bawerî hene . Evê Teyrika hanê herdem dema ku em li Zangê didin, tê li ser zanga me rîçê dike. Em fikirîn we qazî û meleyan nav tê dabe. Qazî dibê : Başe delîlê we çî ye û we çewan vê teyrik girt. Keşe dibêje : Me şerab danî dema dît jê wekî ave û vexwar û serxweş bû, me girt. Qazî dibêje : Em qebûl nakin lewre ger ku teyrik xiristiyan bûya, li ser zangê rîç nedikir. Hun dibên teyrik misilman e , ger ku misilman bûya wê şerabê venexwariba, em vê yekê qebûl nakin.

Li ser vê gotina qazî heyeta dêrê dibêje: Rast e ger ku xiristiyan bûya li ser zanga dêrê ev yek nedikir. Ger ku misilman bûya şerab venedixwar. Başe ka werin bifikirin ev teyrik li ser kîjan dînî ye .

Li ser vê gotin û tesbîtên wan heyet biryarê didin û dibêjin : Me gunehê mele û misilmanan girtibû lê na, ev teyrik ne xiristiyane û ne jî misilman e. Em difikirin ku ev teyrik li ser tu ol û bawerî û mezheban nîn e. Lewra hemû ol û bawerî, mizgeft, dêr, sinagok, laleş, cem û hemu cîhên bawerî ji bona Xwedanê. Lê Belê ev teyrik li ser tu ol û baweriyan nîn e . Ya baş em berdin bila here, ev teyrik bê ol û bawerî ye û bê dîne jî. Teyrik berdidin û belav dibin.