5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdhej

Du meh di ser erdhejê re derbas bûn. Her wiha wiha du mehên min jî li Bazarcixê xelas bûn. Tofanek pir mezin qewimî loma zû zû nayên kewandin ev birîn. Hemû sohbetên me bi hevoka “nizanim ew ê çawa be” diqede. mirov di nav pêşerojek şîlo rojên xwe derbas dikin. Jixwe behsa demên borî wek dasîyek di qirik da mabe tê kirin. Apê Elî digot “ax ax, Markazê gula vê heremê bû”. Rastî jî wiha ye, bi min hîn jî wiha ye. Peyvên wek “Bazarcix xelas, semsûr xelas” peyvên pir talûke ne.  Bajar bi tenê ne bîna ne û mirin jî ji xwe tim hebû. Jixwe şewq û pereyên Ewropa weke meqnetûsê mirovan ji vê heremê ber bi xwe ve dikşîne. Îca di ser da tu bêjî “bajar xelas” mirov çûyînê yekane çareserî dibîne.

Mixabin ji niha ve Bazarcix ji ber koçberiyê şibiyaye aramxaneyê (huzurevî). Ciwan pir kêm in, gellek ji wan xwedî plana çûyînê ne. Dewlet jî rê dide bo biçin. Fikra dewletê wiha ye “Bila biçin da ku di vê xetê da kurd û elewî qels bin.” rewş xeter e. Li ser çareseriyê bi apekî 80 salî re sohbet dikim, dibêjim “Apo divê em xûrt bin li van axan”, apo li min vedigerîne: “Ji bo em xûrt bin ji me ra mirovên xwenda lazim in lê xwendayên me jî bi tenê dizanin ji welêt birevin.” Xwezî apo şaş bûna…

Dîrok ji bo îro ye. 510 sal berê dîsa li vê xetê erdhêjek mezin qewimiye. Nexweşî belav bûne. Gellek mirov mirine. Bajar kavil bûne. Lê bajar xelas nebûbûn. Hîn du salên wê erdhejê neqedîyabû, di sala 1515’an de Osmaniyên ku tu pîvanê êxlaqî ji xwe ra nekirin xem bi Dolkadîrên bi erdhêjê weran bûbûn re şer kirin û xaka wan dagir kirin. Di pirtûkên dîroka tirkan da encama vî şerî “li Anatolyayê avabûna Yekitiya Tirkan” tê şîrovekirin. Wersahil tişta ku bajaran diqedîne ne erdhêj in lê dagirkerî û mêtîngerî her hewl didin gel çand û zimanê xwe bi giştî wenda bike û rihê bajaran jê bistîne.

Bêhna van bajaran ji bişaftin û mêtîngerî çikiyaye lê li gel derbên giran heya roja me jî li ber xwe didin. Lê piştî vê erdhêjê em zend û bendê xwe baş girênedin, ev koçberî wiha berdewam bike ku dagirker bo valakirina vir xebatên xwe bê sekn devam dike rewş ne baş e. Ji bo wiha neqewime divê ev çanda resen bi sazî û xebatan xwe ji nû ve bi vê axê ve girê bide. Bi festîval û çalakiyên hunerî bala ciwanan divê li ser Bazarcix û Elbistanê be. Bazarcix û Elbistan ango bi giştî herama tolhildanê ji bo wek navê xwe tola xwe ji mêtingeran bistîne divê bi hemû hêza xwe li XWE VEGERE. Ax û çand hevdû hembêz bike da ku civaka azad xwe şên bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê