6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qimil

Serwet Denîz

Carinan kêzikek, kêzikeke pir biçûk dibe sedema karesatên mezin. Karesatên ku hin serdeman dibin sedema tirsên pir mezin, di bîra civakê de weke travmayekê dimîne û qet nayê jibîrkirin. Ji ber vê bandora xwe bûye mijara stran û govendan. Jixwe tiştê ku bibe mijara stranan û bi rîtmeke kartêker bê vegotin, ne pêkan e bê jibîrkirin. Ku bûbe govend û di her dawetê de bê gerandin dê çawa bê jibîrkirin.

Belê ew kêzika ku em behs dikin qimil e. Qimila bi navûdeng. Her bihar weke kabûsekê dadikeve deştê û dibe tirsa dilê cotkaran. Ji ber hatina wê tene çênabe. Heke tenê çênebe nan û dan jî tune.

Li gorî daneyên ku zanist pêşkeşî me dike herî kêm 15 hezar sal in ku li Kurdistanê çandiniya genim û teneyên din tê kirin. Genim di jiyana mirovan de hêmayeke xwarinê ya sereke ye. Nan jî ji genim çêdibe. Jixwe em kurd ji nan re dibêjin ‘xwarin’ û ji tiştên din re jî dibêjin ‘pêxwarin’. Tiştê bingehîn nan e yên din alîkar in, ji bo ‘şilkirina nan’ in. Wek ku genim di jiyana mirovan de xwedî cihekî girîng e ceh jî di jiyana ajalan de xwediyê girîngiyeke mezin e. Qimil jî belaya serê van her duyan e. Ew jî bi ceh û genim xwedî dibe.

Bê guman beriya pêvajoya çandiniyê jî qimil bi tene dimijiya lê derfetên mirovan ên ku ji xwezayê bi awayekî din xwedî bibin hebûn. Xweza, bi qasî ku mirov muhtacî çandiniyê nebin, berhemdar bû.

Her çiqas em nizanibin ku di pêvajoya dîrokî de li Kurdistanê kîjan salan qimil zêdetir zirar daye teneyan û mirov birçî hiştine jî, em dizanin ku her tim di rojeva civakê de bûye. Tê gotin ku li ser sûrên Keleha Amedê wêneyên qimilê hatine dîtin. Ev yek bi tenê jî nîşan dide ku qimil bandoreke çiqas girîng li civakê û xwedîbûna wê kiriye.

Lêkolînên li ser qimilê

Agahiyên li ser qimilan cara yekemîn di salên 1901-19002’yan de li Rûsya (Rûsya û Ûkraynaya îroyîn) tên tomarkirin. Lêkolînên zanistî yên ku tên kirin, rewşê baştir didin fêmkirin. Li gorî wan agahiyan ji ber zirara zêde ya ku qimilan daye tene, palehî nehatiye kirin.

Lêkolînên zanistî yên li ser genimê ku qimil lê xistiye, cara pêşîn di sala 1931’ê de li Almanyayê ji aliyê kîmyagerê teneyan Berliner ve hatine kirin. Hatiye fêmkirin, hevîrê genimê ku ji aliyê qimil ve hatiye mêtin, zêdetir virçiqî ye, hev nagire û çêja wî nexweş e.

Der barê rewşa li Kurdistanê de jî agahiyên pêşîn di salên 1927’an de hatine tomarkirin. Di salên 1927, 1929, 1939, 1941, 1955, 1959, 1965 û 1973’yan de qimil zêde bûne. Pêla qimil a ku di sala 1977’an de dest pê kiriye hîna didome. Li gorî heman agahiyan li bajarên bakurê Kurdistanê yên weke  Gurgum, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Xarpêt, Semsûr û Amedê di asta herî jor de bi xetereya qimilan re rû bi rû ne.

Îro xebatên zanistî yên der barê qimil an de zêdetir bûne. Bi tenê têkoşîna li dijî qimil nayê meşandin, bandorên qimil ên li ser çandiniyê û tenduristiya mirov jî tên vekolandin. Di vê qadê de jî gelek xebatên zanistî tên kirin.

Li cîhanê gelek cureyên qimilê hene. Navê cureyeke wê Aelia rostrata ye. Ji cureyekê re jî Eurygaster integriceps tê gotin. Lê di nav kurdan de her du jî weke qimil tên binavkirin. Temenê qimilê salek e. Rengê wê weke rengê axê ye. Dirêjiya wê di navbera 10 û 12 mm û giraniya wê di navbera 0.98 û 1.25 graman de diguhere. Ji ber ku bihar û havînê xwedî dibe, giraniya wê zêde dibe. Di demên salê yên mayî de ji ber ku donê ku havînê di laşê xwe de berhev kiriye, xerc dike, giraniya wê kêm dibe.

Xewa zivistanê

Di jiyana qimiliyê de serdema çalak û serdema bêtevger heye. Di serdema jiyana xwe ya çalak ku  bi qasî sê mehan e didome de qimil dadikeve deştê, xwedî dibe, hêkan dike û zêde dibe. Qimil piraniya jiyana xwe bê tevger derbas dike. Di mehên cotmeh û mijdarê de dikeve xewa zivistanê. Di dawiya meha adarê û serê meha nîsanê de ji xewa zivistanê şiyar dibe. Piştî ku ji xewa zivistanê şiyar dibe, di navbera hefteyekê de xwe ji çiya berdide deştê.

Tişta balkêş ew e ku qimil weke deştî tê zanîn lê dijberî vê baweriyê, ew bi eslê xwe çiyayî ye. Bi tenê ji bo xwedîbûnê dadikeve deştê. Sê mehan li deştê dimîne neh mehên din li çiyan dijî. Zivistana xwe li çiyan derbas dike. Stara wê ya li çiyan jî qalikên darên mazî, binê gûniyan û çend giyayên weke gûniyan e. Dema ku dikeve xewa zivistanê jî bi taybetî xwe di bin pelên dara mazî yên weşiyayî (kewş) û di bin gûniyan de vedişêre.

Qimilek salê kêm zêde 80 hêkan dike lê ku sal xweş be û baş xwedî bibe, dibe ku ev hejmar bigihîje 150’yan jî. 5 an 6 caran hêkan dike. Her carê 12 an 14 hêkan dike. Hêkên xwe bi binê pelên genim û giyayên weke genim ve dizeliqîne. Li gorî rewşa germahiyê di 2 an 3 hefteyan de têjikên wan ji hêkan dertên. Têjikên ku ji hêkê dertên pênc caran kiras diguherînin û wisa mezin dibin. Ji 5 an 6 rojan carekê kiras diguherînin. Kêm zêde di 30 rojan de kirasguherîna xwe temam dikin û dibin qimilên mezin.

Zirara ku dide genim

Qimil bi çend awayan zirarê dide genim. 1; Dema ku hîna nû ji çiyan dadikeve deştê ango di dema ku genim hîna nû şaxan li xwe dixe de. Di wê demê de qimil ji bo xwedîbûnê bi koka şaxên genim a nerm dimije, avê jê dikişîne. Ji ber wê jî şaxên genim qels dibin, zer dibin û paşê jî hişk dibin. Ku hişk nebin jî ber nagirin an jî berekî nebaş digirin.

2; Dema ku genim nû serî ango simil dide. Di wê demê de jî qimil bi gewriya simil dimije. Nahêle ku simil çêbibe. Ku simil çêbibe jî teneyên baş nagire.

3; Dema ku similê genim tene digirin, tene tije dibin lê hîna nerm in. Di wê demê de jî qimil bi tene dimije. Şîrê di hundirê tene de dixwin. Hundirê tene vala dibe ango tene pûç dibe. Bi tenê qalikê tene dimîne. Ji teneyê bi vî awayî ne pêkan e, ku nan bê çêkirin. Vî tiştî jî têjikên qimilê yên ku cara duyemîn kiras diguherînin dikin. Ji bo ku mezin bibin, êrîşî teneyan dikin û pê dimijin. Piştî kirasguhertina sêyemîn û çaremîn jî heman tişt didome. Heta ku cara pêncemîn kiras diguherînin, xwarineke pir zêde dixwe.

4; Dema ku teneyê genim êdî hişk dibe. Teneyê genim çiqas hişk bibe jî, ji belaya qimil xilas nabe. Wê demê jî qimil bi derziya xwe girêza xwe berî nav tene dide. Girêza wê tene nerm dike û ew jî cihê tene yê nermbûyî dixwe. Qimila ku vî tiştî dike ya ku êdî ji têjikbûnê xilas bûye û mezin e. Tene bi tevahî pûç nebe jî, birîndar dibe û ew girêza qimilê ya ku dikeve hundirê genim, dibe sedema pirsgirêkên din. Piştî vê pêvajoyê qimil careke din berê xwe dide çiyan û diçe zozanên hênik.

Bandora qimil

Mirov jî bi karesatê re rû bi rû dimînin. Tevahiya salê li benda genimê salê dimînin. Lê roj tê û pê dihesin ku ew genim li holê tune ye. Qimil pûç kiriye. Derb lê daye. Navê vê yekê xela ye. Birçîbûn û tazîbûn e. Xizanî ye. Muhtacbûna ber deriyên hinekên din e. Ka karesateke ji vê mezintir heye! Travmayeke ji vê girantir pêk tê! Ji ber mezinbûna vê karesatê ye ku li ser qimil kilam hatine gotin, govend hatine gerandin, çîrok hatine honandin û di kûrahiya bîra civakê de bi cih bûye. Lewre xetereyeke zindî û li ber çavan e.

Îro rewşa genimê ku qimil xwariye bi awayekî zanistî hatiye vekolandin û encamên wê tên zanîn. Lê beriya wan lêkolînan jî dayikên me bi tecrubeyên xwe gihîştibûn heman encaman û dema ku nan lêdixistin dizanibûn ku qimil derb lê daye yan na. Hevîrê genimê biqimil baş nedihat û di demê de tirş nedibû, bi tenûrê nedigirt, çawa nan bi tenûrê ve bihata dayîn xwe berdida, diket. Ku li sêlê bixistina jî, nanê li ser sêlê hev nedigirt parçe dibû, bi zehmetî dihat qelibandin. Rengê nan spîçolkî dima, baş nediperçifî, çêja wî ne weke yê asayî bû. Ku dayikan qimil nedîtina jî, dema ku ev tişt bihatina serê wan, dizanibûn ku sedem qimil e.

Genim berê bi tenê ji bo nan an jî çend xwarinan dihat bikaranîn. Lê îro endustriya xurekan pir û pir mezin bûye û genim û berhemên ji genim di hemû qadên endustriya xurekan de tên bikaranîn. Ango qimil û zirarên wê êdî bi tenê bandorê li nan nakin, li tevahiya qada hilberandina xurekan dikin. Ev yek jî asta xetereyê bilindtir dike.

Lêkolînên zanistî derxistin holê ku ew girêza ku qimilê ji bo nermkirinê berdida hundirê teneyê genim, dibe sedema nexweşînan. Ew girêz di tene de dibe sedema pêkhatina madeyeke kîmyayî ya bi navê Akrîlamîd (C3H5NO). Akrîlamîd jî xwediyê taybetiyên toksîk in. Dibin sedema nexweşînên weke pençeşêrê, nexweşînên tûreyî (somatîk) û bandoreke neyînî li sperm û hêkên mirovan dikin. Bi heman awayî dibe sedema madeya bi navê HMF-Hidroksimetil furfural (C6H6O3) jî. Ev made jî bi awayekî neyînî bandorê li tenduristiya mirovan dike. Di dev, çav, gewrî, mîde û roviyan de dibe sedema nexweşînan. Bi kinasî teneyên ku ji aliyê qimil ve hatibin xwarin an jî derbkirin, ji bo tenduristiya mirov xetere ne.

Xetereya ku dermanên çandiniyê ji bo tenduristiya mirov derdixin holê mijareke bi serê xwe ye û êdî îro bûye pirsgirêkeke ekolojiyê ya sereke.

 Têkoşîna li dijî qimilan

Mirovên ku ew qas zirar ji qimil dîtine, li dijî qimil têkoşiyane û hewl dane ku ber û berhemên xwe ji qimil biparêzin. Di pêvajoya dîrokî de di têkoşîna li dijî qimil de hinek rê û rêbaz hatine sepandin. Ji bo ku qimil ji zeviyan bên dûrxistin, nivişt hatine çêkirin. Ev yek ji rêbazên herî kevnare ye. Lê wan niviştan zevî çiqas ji qimil parastine, em nizanin. Beriya ku rêbazên kîmyayî bên bikaranîn, rêbazên fizîkî hatine bikaranîn. Qimil ji simbilên genim hatine daweşandin, bi destan hatine komkirin an jî giya û darên ku ji qimil re bûne star, hatine şewitandin. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji sala 1928’an heta sala 1955’an ev rêbaz hatine bikaranîn. Qimil bi destan, bi bêjingan û amûrên wekî din hatine komkirin. Qimilên ku hatine komkirin ji aliyê dewletê ve hatine stendin. Li gorî giraniya wan pereyek hatiye dayîn. Qimilên komkirî di çalan de hatine binaxkirin. Di sala 1939’an de gûnî û giyayên wekî din ên ku qimil zivistanê xwe di binî de vedişêrin, bi makîneyên alava agir hatine şewitandin. Lê ji ber ku bûye sedema pirsgirêkên wekî din zû dev jê berdane. Di navbera salên 1950 û 1954’an de jî makîneya komkirina qimilan hatiye bikaranîn.

Ji 1955’an şûn ve jî pêvajoya têkoşîna kîmyayî dest pê kiriye. Dermanên kîmyayî li dezgeha Amedê hatine amadekirin û cara pêşîn li Amed û Rihayê hatine bikaranîn. Ew derman tev jehr in. Bi balafiran û makîneyên erdê li zeviyan hatine reşandin. Ji wan dermanan a herî navdar DDT ye. Yek ji dermanên ku li Kurdistanê herî zêde zirar daye hevsengiya xwezayê û tenduristiya mirovan e. Dermanên ku hatine bikaranîn bi tenê qimil nekuştine, bûne sedema mirina gelek ajal û kêzikên wekî din jî. Ajal û kêzikên ku bi qimilan xwedî dibin jî hatine kuştin. Ji ber wê jî qimil kêm nebûye. Li gel ku dermanên kîmyayî bi awayekî berbelav tên bikaranîn jî, ji sala 2001’ê bi şûn ve têkoşîna biyolojîk jî dest pê kiriye. Parazîtên li dijî qimilê hatine hilberandin û belavkirin.

A niha li cîhanê nêrîna ku ji bo têkoşîna li dijî qimilê derdikeve pêş; li kêlekên riyan û qadên nêzî zeviyên çandiniyê danîna daran, zêdekirina çûkên weke kew û kevokan ên ku qimilê dixwin, belavkirina parazîtên ku qimilan nexweş dixin û dikujin.

Li vir divê mirov behsa rewşeke din jî bike: Qimil heyîneke xwezayî ye lê tişta ku dike qimil zêde bibe, kirinên mirovan in. Çandinî çiqas zêde bûye û qadên çandiniyê çiqas berfireh bûne, hejmara qimil jî ew qas zêde bûye. Lewre çandinî dike ku derfeta xwedîbûna qimil jî zêde dibe. Di xwezayê de çavkaniyên ku hejmara qimil bi awayekî derasayî zêde bikin tune ne. Vê derfetê çandinî diafirîne.

Lê xweza bi xwe jî carinan dibe sedema kêmbûna qimilan. Ango xweza hevsanga xwe ji nû ve saz dike. Hinek salan beriya ku qimil bikevin xewa zivistanê, hîna ku li derve ne, sermayeke zêde dikeve û dibe sedema mirin û kêmbûna qimil.

 Qimil û mijokarî

Qimil karesateke xwezayî ye û ji mêj ve belaya serê mirovan e. Lê hinek wateyên wê yên din jî hene. Qimil ji bo kurdan sembola kedxwariyê ye. Çawa ku qimil bi genim dimije û pûç dike, hêzên serdest jî wisa bi xwîn û xwêdana eniya kedkaran dimijin, jiyana wan pûç dikin. Ji ber wê jî dema ku bixwazin behsa kedxwariyê bikin, qimilan û mijokdariya wan weke mînak nîşan didin.

‘Qimila’ ku navê kêzikeke xwezayî ye, li gel kurdan rengekî siyasî wergirtiye û bûye têgiheke siyasî jî. Dema ku ‘qimil’ tê gotin, serdemeke dîroka kurdan jî tê bîra mirov. Bûyereke navdar e, di 1959’an de Apê Mûsa helbesta xwe ya bi navê QIMIL diweşîne û ev helbest û gotinên Apê Mûsa yên ku di dawiya helbestê de gotine, bûne sedema nerazîbûna nijadperestan û di çapemeniya serdemê de cihekî berfireh wergirtiye. Ji wê rojê şûn ve QIMILa me êdî lehengeke siyasî ye. Ev jî Helbesta Apê Mûsa ya navdar e:

Bi çiya ketim lo apo,

çiya melûl bûn rebeno,

Ceh seridîn lo apo,

genim hûr bûn evdalo,

Qimil hatî lo apo, bi refa ye rebeno,

Xwar genimî lo apo, hiştî giya rebeno,

Hat qimil lo apo, ji zozana lo apo,

Xwar genimê me xizana lo apo,

Ro hatibû lo apo, wexta dana lo apo,

Pez herikî lo apo, ser şivana rebeno,

Çar kulekên me man apo,

li ser guhana rebeno.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê