18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di hevdîtina bi gel re ya li Samandagê axivî û got ku navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e û wiha got: “Em ê hem îktîdarê têk bibin û hem jî pergalê biguherînin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, bi boneya Cejna Remezanê çû serdana Hatayê ku di erdhejên Mereşê de yek ji bajarên herî zêde hilweşiyayî bû. Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllarî, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajar û gelek kesên din jî di şandeyê de cih girtin. Partiyiyan li Taxa Meydan a Samandagê bi gel re hevdîtin kir.

‘Em ê ji nû ve ava bikin’

Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce got ku ew cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin û ev tişt anî ziman: “Em ê Hatayê jinûve ava bikin. Mezintirîn karesata bi serê gelê me hatî, îktîdara AKP-MHP’ê ye. Di erdhejê de em bi tenê hiştin û gel terkî mirinê kir. Pere û bacên me pêşkeşî alîgirên xwe û sermayedaran kirin. Bi pereyan kon firotin me. Bêguman em ê van ji bîr nekin. Em ê bi êş û hêrsa xwe biçin hilbijartinê û van tiştên bi serê me anîn ji bîr nekin.”

Tulay Hatîmogûllari jî bi erebî axivî û got ku dê namzetê parlamenteriyê Kerem Nalbant bişînin meclisê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî ev tişt anî ziman: “Me dixwest ku îro ji bo pîrozkirina cejnê werin vê derê lê di van rojên keyfxweşiyê de em êşeke mezin dijîn. Êşa me hêj nû ye. Me erdhejeke mezin jiya lê yên ku ev erdhej veguherandîn karesatê, îktîdar e. Ev îktîdar, ji encamên erdhejê berpirsyar e. Bi aboriya rantê û pergala kedxwariyê, bajarên me veguherandin xirbeyan. Ev erdhej, karesateke siyasî ye û berpirsyar jî îktîdar e. Xwedê rehma xwe li qurbaniyên erdhejê bike û ji bo xizmên wan jî sersaxiyê dixwazim.”

‘Êş û elem veguherîne hêviyê’

Bi domdarî Sancar wiha got;: “Li vir êş û elem hene lê di heman demê de ev êş û elem veguherîne hêviyê. Em ê êş, elem û şîna xwe bikin çavkaniya hêviyê. Ji bo ku hesaba kesên me windakirin bipirsin, ji bo hesaba bajarên me yên hilweşiyayîn bipirsin, ji bo hesaba kesên hêj kêleke wan jî tune ye bipirsin, em bi hev re tên. Em ji bo ku hesabê ji vê îktîdarê bipirsin tên. Ji bo hesabpirsînê li pêşiya me firsendeke dîrokî heye. Em ê bi hev re vê îktîdarê teqez têk bibin û vê pergala nelirêtî, aboriya rantê, polîtîkayên şer û zîhniyeta hilweşîner biguherînin û hesabê jê bipirsin. Ev yek berpirsyariya me tevan e.

Em ê vê pergalê biguherînin

Bêyî ku şerm bikin qad bi qad digerin. Dê bibêjî qey berpirsyarên vê karesatê ne ew in. Weke ku tu sûcên wan nebin tevdigerin. Jixwe yek jê taybentmendiya wan a herî şênber jî bêrûtiya wan e. Dê hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê bibin yek û em ê bi hev re vê îktîdarê têk bibin. Lê karê me li vir naqede. Hedefeke me heye. Ew jî guherandina vê pergalê ye. Em dê hem vê îktîrdarê têk bibin hem jî pergalê biguherînin. Partiya Çepên Kesk, navnîşana guherînê ye. Me tecrûbeya bi dehan salan di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de kir yek. Yek ji bajarên herî taybet ê têkoşîna şoreşger û demokrat jî Samandag û Antakyaye. Divê em bi awayeke herî xurt bikevin meclisê. Di hilbijartina serokkomariyê de jî em bibiryar in ku bi vê îktîdarê bidin windakirin. Ew hêza me heye ku vê pergalê biguherînin.

Em ê birînan bi hev re derman bikin

Ev pergala heyî ne tenê pergala şer û kedxwariyê ye, di heman demê de pergala çete û mafyayan e. Ji bo ku em careke din venegerin împaratoriyên sûc, em ji bo guherandinê tên. Ji bo serxistina vê jî divê Partiya Çepên Kesk li meclisê xurt be. Em ê aştî û demokrasiyeke xurt bînin vî welatî. Dê dawî li şer bînin û demokrasiyê ava bikin. Em ê bi hev re aştiyê mayînde bikin. Bêguman em ji bo parvekirina êşê, dermankirina birînan û mezinkirina piştevaniyê hatin vê derê. Lê belê ez dibînim ku xelkê Samandag û Antakyayê ji xwe ev yek bi ser xistiye. Em ê piştevaniyê mezintir bikin, birînên xwe bi hev re derman bikin, bi hev re baş bibin û pêşerojeke aştiyane jî bi hev re ava bikin.

Bila dengên me ji bo Partiya Çepên Kesk bin, bila ji bo navnîşana guherînê, temînata veguherîna demokratîk û aktora avaker a aştiyê bin. Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin. Dê bajarên xwe bi çanda xwe jinûve ava bikin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê