17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê mîtînga ewil a Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê be

Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê jî wê gelek cihan mîtîng bên lidarxistin. Wê mîtînga ewil a Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê bê lidarbixin.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Leyla Atsak ji bo mîtînga hilbijartinê ya ewil a Partiya Çep a Kesk a li Colemêrgê banga tevlîbûnê kir û got ew ê li wan qadan dengê gelê me bi awayekî bi coş ji bo çûyina îktidarê derkeve.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê dewam dikin. Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê jî wê gelek cihan mîtîng bên lidarxistin. Yek ji van cihan Colemêrg e. Wê mîtinga ewil li vir çêbibe. Wê mîting di 24’ê Nîsanê roja duşemê li meydana avahiya TEDAŞ’a berê bê lidarxistin. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Leyla Atsak têkildarî mijarê axivî.

‘Êdî dema çûyina AKP’ê ye’

Leylayê da zanîn wê 14’ê Gulanê roja guhertinê be û got,”Em bawer in wê tercîha gel ji aliyê demokrasî, aştî û edaletê be. Me heta niha li navenda bajêr 4 buroyên hilbijartinê vekirin. Coş û xwedîderketina gel a di vekirina buroyan de nîşan da ku êdî dema çûyina AKP’ê ye. Xwediyê destkeftî û serkeftinan gel e. Ev hilbijartina jin û ciwanên li kuçe, qad, taxan têdikoşin e. Em bi van dirûşman xebatên xwe li taxan dikin. Em hevdîtin û serdana gel bi vî rengî dewam dikin.”

Hilbijartina hesabpirsînê

Leylayê da zanîn divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û bêhiqûqiyên dertên holê bi dawî bibin û wiha pê de çû:”Li dijî bêedaletiyê wê di 14’ê Gulanê de gel dengê xwe ji aliyê edaletê ve bi kar bînin. Wê hilbijartina hesabpirsînê be. Wê 14’ê Gulanê bibe dengê ciwan û jinan. Wê heta hilbijartinê tu deriyên em lê nedin tu taxên em nerên nemînin. Em ê Partiya Çep a Kesk bi her kesî re bidin naskirin.”

Banga tevlîbûna mîtîngê

Leylayê da zanîn wê heta 14’ê Gulanê serdanên gund û taxan bê navber dewam bike û got:”Ew ê li wan qadan dengê gelê me bi awayekî bi coş ji bo çûyina îktidarê derkeve. Em ê bi 3 parlamenterên ku em ê derxin em ê meclîsê xurtir bikin. Wê destkeftî û serkeftin a gelên berxwedêr be.”