4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê hişyarî da welatên ku rê didin bargehên israîlî

Fermandarekî leşkerî yê Îranî Emîr Xulam Ulyan têkildarî vekirina baregehên leşkerî yên Îsraîlê de got ku her welatek destûr bide Îsraîl li nava xaka wê de baregehên leşkerî veke dê werin cezakirin

Fermandarê Leşkerî li Başûr Rojhilatê Îranê Emîr Xulam Ulyan hişyarî da gelek welatan û got: “her dewletek destûr bide Îsraîl baregehên leşkerî li nava welatê wan de çêbike, dê werin cezakirin.”

Fermandarekî leşkerî yê Îranî Emîr Xulam Ulyan têkildarî baregehên leşkerî yên Îsraîlê li hinek welatan axivî. Ulyan di daxuyaniyeke çapemeniyê de îdîa kir Îsraîl dixwaze di warê leşkerî de êrîşê Îranê bike û got: “Niha Îsraîl hilbijêrka leşkerî li dijî Îranê daniye ser masê.”

Ulyan diyar kir Tehran êrîşên Tel-Avîv cidî nagire û got: “Siyaseta leşkerî ya Îranê xwedî karekterekî êrîşkare û her welatek destûr bide Îsraîl li ser axa wan baregehên leşkerî veke, dê werin cezakirin.”

Fermandarê Îranî Emîr Xulam Ulyan her wiha diyar kir hêza wan heye rûberûyê “gefên” Amerîkayê jî were.

Hêjayî bibîrxistinêye di sala 2021’an de Îran êrîşeke hewayî li dijî Hewlêrê pêkanîbû û weke sedem jî baregeheke îstîxbaratî ya Îsraîlê nîşandabû.