3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YRJ’ê salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

Yekitiya Ragihandina Jinê 125`emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir. YRJ`ê diyar kir ku çapemeniya azad bûye parçeyekî têkoşîna azadiyê ya 50 salî.

Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyanyê de wiha hat gotin: “Weke Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) em 125’emîn roja rojnamegeriya Kurd  li tevahî rojnamevanên ku ji bo parastina heqîqetê canê xwe dikin sper û  di dozvaniya heqîqetê de bi wêrektî têkoşînekî bêhempa dikin, di serî li  jinên kedkarên rojnamevan û li tevahî kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin.

Çapemeniya azad di dîroka Kurdistanê de di qonaxên pir giring ên têkoşînê re derbas bûye. Çawa ku gelê Kurd di nava pençên qirkirinê de li ber xwe daye û jibo hebûna xwe têkoşiyaye, di heman demê de çapemeniya azad jî li hemberî çanda qirkirin, destdirêjî, dagirkerî, zayînperestiyê têkoşînek bê hempa meşandiye. Çawa hêzên hegemon, faşîst û qirker di Kurdistanê de hebûn, çand, nasnameya gelê Kurd tine hesibandiye û li hemberî di têkoşîn û berxwedana  hebûnê  de ragihandinê rolekî diyarker lîstiye. Bi taybetî di vê berxwedanê de çawan ku pêşengiya Jinê di Kurdistanê heqîqetekî bû, rêxistinkirin û danasina rastiya wê bûye heqîqetekî şênber.Hêzên hegemon û baviksalar çawan ku  bi hemû hêz û derfetên xwe dixwazin vê rastiya şênber veşêrin, li hember wê parastin û vegotina heqîqetê ewqasî erkek heyatî ye.

Rojnamegeriya Kurd bi qasî rastiya Kurdistana ku rastî her cure êrişan tê zehmet e. Ji ber hemû êrişên li dijî Kurd û Kurdistanê tê çêdibin, di serî de xeta çapemeniyê para xwe jê digre. Kedkarên çapemeniya azad bi zanista ku çapemenî eniya herî dijwar a tekoşînê ye û ji ber parastina rastiya weke erkekî xwe yê esasî dîtiye, lewra bê dudilî ji bo  dayîna berdêlên herî giranbaha xwe amade kiriye. Bi taybetî bi 50 saliya bilindkirina têkoşîna şoreşa azadiyê re, çapemeniya azad jî derbasî qûnaxek nû bû ye. Tevî bê derfetî, zordarî, êriş, binçavkirin, girtin, tepisandinê jî gavên dîrokî avêtiye û li cihanê bûye çavkaniya  belavkirina rastiyan.

Di kevneşopiya çapemeniya azad de Xeta Mazlûm Dogan,Gurbetellî Ersoz, xeta parastina heqîqetê ye. Li Kurdistanê li dijî polîtîkayên qirkirinê, berxwedana hebûn û dozvaniya heqîpetê bûye bingehê avakirina rastiya çapemeniya azad. Heman demê de bûye dengê jina azad ku pêşengiyê ji tevahî civakê re dike. Rojnamegerên jin, li ser vî bingehî, xwe bi rêxistin kirin û weke qadeke têkoşînê hilbijartine. Vê qadê li dijî hişmendiya netewdewlet, baviksalar, paşverotiyên civakî heta roja îro berxwedanek bê hempa dane meşandin. Sîstema kapîtalist, her çiqas jin xistibe mîna metayekê, bi her awayî êrişî li ser beden, vîn, rihê wê kiribe jî, lê çapemeniya azad ji bo rastî, nasname û vîna azad xebat daye meşandin.

Mîrasê têkoşîna 50 salî ku mîna şoreşa vejinê û azadiyê tê bi navkirin, çapemeniya azad jî ji bo paradîgma netewa demokratîk ku mîmarê wê Rêber Apo ye, bûye parçeyek sereke yê vê têkoşînê. Di heqîqetê de, çapemeniya azad bi pêşengiya jinê, bûye  dengê wêrek ê şoreşê. Bû dengê heqîqeta şoreşa gelekî ku  hem di Rojhilata Navîn û hem jî di cîhanê de ku deng vedaye. Îro ev şoreş bûye, şoreşa tevahî jin, civak, pêkhate û baweriyan.

Weke Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em xwe dispêrên, mîrasê bi hezaran jinên ku rastî  bi berdêla canê xwe vegotine. Bi vê bîr û baweriyê li Bakur û Rojhilatê Suriyê ji bo şoreş bibe heqîqeta civakî, ji bo bibe nimûne ji tevahî cihanê re, bi hişmendiya jina azad em ê têbikoşin. Bi dirûşmeya “ Jin, Jiyan, Azadî” ku tevahî cihan şiyar kir, çapemeniya azad wê vî dengî hîn bilindtir bike. Li hemberî polîtîkayên dagirkerî, desthilatdarî,destdirêjiyê bi pênûs û dengê xwe wê têbikoşînekî herî bibandor bike. Çawa ku kedkarên jin, di nava çapemeniya azad de mîna; Şehîd Şîlan Kobanê, Denîz Firat, Şevîn Bîngol, Nûjiyan Erhan, Dilovan Gever, Dilîşan Îbiş, Eylûl Nûhilat, Agirî Yilmaz, Arîn Cudî û bidehan rojnamgerên jin ên ku  ji bo avakirina civakek demokratîk û ji bo rastî mîna rokê bi biriqe canê xwe fedakirin, emê jî bi wê bîr û baweriyê kar bikin û têbikoşîn . Li ser vî bingehî em carek din roja rojnamegeriya Kurd, di serî de li tevahî kedkarên jin ên çapemeniya azad û li tevahî kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin. Em soz didin ku li Mîrasê şehîdan xwedî derkevin û pênûsa wan dewr bigrin û xeta çapemeniya azad xurt bikin. Weke şopdarên wan têkoşîna serxistina şoreşê û avakirina jiyanek azad û demokratîk em ê weke erkê xwe sereke bizanin.”