18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zohre Tedîk: Em ê hesabê Komkujiya Gara Enqerê bipirsin

Îro bi hevkariya HUDA-PAR'ê ya berdewama Hîzbûllahê ya salên 90’î dixwazin li wan demên tarî vegerin. Bi DAIŞ'ê re xwedî heman zîhniyetê ye, tu cudahiya wan nîne. Eger vegerin ser desthilatê, wê welat li wê serdema tarî ya komkujiyan vegere

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Antalyayê Zohre Tedîk diyar kir ku wê hesab  ji faîlên Komkujiya Garê ya Enqereyê bipirse û wiha got: “Li dijî kesên welat ber bi tarîtiyê ve birin divê weke karker, jin, kedkar zêdetir bixebitin.”

Di êrîşa bombeyî ya li dijî Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê de ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Enqereyê hate lidarxistin 104 kes hatin qetilkirin. Yek ji van jî Korkmaz Tedîk bû. Endama Desteya Rêveberiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Zohre Tedîk a dayika Korkmaz Tedîk e di rêya Meclisê de ye. Partiya Çepên Kesk dayik Tedîk ji Antalyayê weke namzet nîşan da. Tedîk, di sala 1963’yan li gundê Oren ê navçeya Akçadag a Meletiyê hate dinê. Tedîk di temenê biçûk de tevgerên şoreşger nas kirin. Tedîk a di sala 93’yan li Enqereyê bi cih bû, piştî kete şaredariyê tev li têkoşîna sendîkayî bû. Tedîk a di heman demê de têkoşîna mafên mirovan dide, demekî dirêje ji bo ji berpirsyarên Komkujiya Garê hesab bipirse têdikoşe.

Li pey faîlên komkujiyê ye

Tedîk a têkildarî pêvajoya namzetiya xwe axivî, wiha got: “Salên 1992-1996’an salên ku herî zêde binçavkirin û windakirin hatin jiyîn. Em li Enqereyê ji bo her mirovekî ji ber cînayetên kontra yên li Kurdistanê winda kir têdikoşiyan. Tevî ku ez û hevserê xwe  kedkarên cemaweriyê jî bûn, em her tim di têkoşîna demokrasî û mafên mirovan de li pêş bûn. Ji ber vê yekê zarokên me di qadên têkoşîna çîna karker de bi me re bûn. Em hemû malbat beşdarî Mitînga Aştiyê ya 10’ê Cotmehê jî bûn. Korkmaz li wir hat qetilkirin. Ji wê demê û vir ve, weke malbatên 10’ê Cotmehê, têkoşîna min a ji bo darizandina kujerên rastîn dewam dike.”

Çima meclis?

Tedîk, da xuyakirin ku Tifaqa Ked û Azadiyê li dijî rejîma yek zilamî pêdiviyek e û wiha berdewam kir: “Xizanî, nelirêtî, zêdebûna buhayan û binpêkirina mafên mirovan ên li vî welatî, tu deman weke di dema rejîma AKP-MHP’ê de pêk nehatin. Bi sed hezaran karkerên ku tenê ji ber ku sendîkayî ne an jî daxwaza mûçeyeke ku weke mirovan pê bijîn kirin ji kar hatine derxistin hene. Li vî welatî ji mafên demokratîk parçeyek biçûk jî nemaye. Çep û sosyalîst ji bo hêviyê bidin gelan di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de hatin cemhev.”

Tedik a ku diyar kir ku ew ji Partiya Çepên Kesk ji bo bibe dengê kesên mafan digerin ê li Meclîsê, bûye namzet, komkujiyên di dema desthilatdariya AKP’ê de pêk hatine bi bîr xistin. Tedîk da xuyakirin ku di mîtînga li Enqereyê ya bi daxwaza aştî û demokrasiyê hat lidarxistin de kurê xwe winda kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 7 sal in ez li edliyeyan li edaletê digerim. Dema ku doza me ya edaletê dewam dikir, di vê komkujiyê de tenê 9 endamên DAIŞ’ê hatin darizandin. Ji bo kujerên rastîn li Meclisê bên darizandin ez dê têbikoşim. 2 mehan carekê dozeke me heye, lê li gorî daxwaza me hesab nehat pirsîn. Serokwezîrê demê, Wezîrê Karên Hundir, Midurê Polîsan ê Enqereyê… Ji bo ku di vê bûyerê de destê kê hebe yek bi yek bên darizandin ez ê li Meclisê bim. Ez ji Partiya Çepên Kesk namzet im ku li kolanan, li Meclisê, li her cihî li cem hemû gelên bindest û vederkiriyan cih bigirim.”

‘Bila welat veneguhere  serdemeke tarî’

Tedîk, anî ziman ku Tifaqa Cûmhûr bi Partiya Hur Dava (HUDA-PAR) re hevkarî kir û jinûve “hesaba rojên tarî” dike û wiha pê de çû: “AKP ji bo di 7’ê Hezîranê de desthilata xwe bidomîne ev komkujî pêk anîn. Di axaftinên wê demê de digotin ku bi komkujiyên wê demê hatine kirin dengên xwe bilindkirine. Îro bi hevkariya HUDA-PAR’ê ya berdewama Hîzbûllahê ya salên 90’î dixwazin li wan demên tarî vegerin. Bi DAIŞ’ê re xwedî heman zîhniyetê ye, tu cudahiya wan nîne. Eger vegerin ser desthilatê, wê welat li wê serdema tarî ya komkujiyan vegere. Em ê li her derê li kolanan li Meclisê li dijî wan bin. Em ê tu carî nehêlin ew bi ser bikevin. Li hemberî yên welat ber bi tarîtiyê ve birin; Divê em weke karker , jin , kedkar hîn bêhtir bixebitin.”

 Eleqeyeke zêde heye

Tedîk, anî ziman ku li Antalyayê tax bi tax xebatên hilbijartinê dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Antalyaya ku xizanî, feqîrî evqas zêdebûyî de em li bazarê bi kîjan jinê re axivî bin gazin dikirin. Gel êdî dixwaze vîne ku baweriyê bide wan hebe. Weke Partiya Çepên Kesk ev vîn û hêz li cem me heye. Nêzîkatiya gelê Antalyayê ya ji bo me gelek baş e, ji ber ku em alternatîf in. Em ê ji bo karker, jin, xwendekar, kedkar kurtasî ji bo hemû kesên hatine vederkirî li wir bin, em ê serbikevin, gel dê serbikeve.”