9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirî nola pêta agir dicoşe

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Namzetê Agirî yê Partiya Çepên Kesk, Sirri Sakik ê gurê siyasetê, bi gotinbêjîya xwe ya xurt, gelê Agirî li her derê dicoşîne û eleqedariya gelê Agiriyê pêl bi pêl nola pêta agir dicoşe

Ji hilbijartina sala 2007’an ve, Agirî merhele bi merhele rêjaya dengê xwe ji bo partiyên li ser xeta Partiya Çepên Kesk her dem zêde kiriye.

Di hilbijartina 2011’an de, ji 4 parlementeran 1 jê wekî namzetê serbixwe bi dest xistiye.

Di hilbijartina 2015’an de, HDP wekî partî tev li hilbijartinê dibe û edetî tevahiya sindoqan diteqînin. Ji rêjeya dengan ji sedî 76,91’ê dengan distîne û her çar parlementeran bi dest dixîne. Di dubarekirina hilbijartina di heman salê de, partiya HDP’ê 3 parlementeran bidest dixîne.

Niha jî, hilbijartina 14’ê Gulana 2023’yan hatiye li ber devê derî rawestiyaye.

Bajarê Agirî, li gel 7 navçe, 4 bajarok û 563 gundên xwe û 306.590 hilbijêr, ew ê dengên xwe di 1.204 sindoqan de bikar bîne.

Bi mebesta şopandina xebatên hilbijartinê, vê carê berê min li Agirî ye. Gerra min ji Bilîsê dest pê kiribû. Ji Tetwanê, Nûrşîn, Mûş, Kop, Me-lez-girt(malazgirt) ez kevanekê li dora Sîpanê Xelatê dixêzînim. Bi vî awayî derbasî nava erda Agirî dibim.

Li ser Sîpanê Xelatê, hîn jî tije berf e. Li ser çiyayê din jî belekiyê berfê tê dîtin. Zeviyên deşta navbera her sê bajaran, tevdek ceh û genim e. Heyfa min li vê axa bi xêr û bêr tê. Heke sêv li vê herêmê were çandin, ka xwedê zane bê ew ê têra çend welatan bike û wê aboriya xelkê herêmê were vejandin. Çi heyf.

Serjimara herêmê her diçe kêm dibe. Ciwan diçin derve. Gava serjimar kêm dibe, hejmara parlemenran jî kêm dibe. Li ser meslê, hejmara parlemeterên Mûşê ji çaran dadikeve sisyan. Heçî Agirî ye, ew jî ji pêncan daketiye çaran. Vê dema dawî bi hezaran ciwanên Agirî haylo çûne di Kanadayê re derketine. Heke wiha bidome, dê ev hejmar kêmtir bibe.

Bi van hestan ez digihêjim nêzî Patnosê. Kalemêrek destê xwe li min radike. Ez wî hildigrim. Kalemêr esnafekî Patnosê ye. Lê li gundekî Patnosê rûdinê. Navê xwe M. Şêrîne. Digel berê min li Agirî ye jî, ez naxwazim kalemêrê Patnosî li nîvê rê dînim. Ji bo apê M. Şêrîn ez dadigerim nava bajêr. Diyar e apê M. Şèrîn mêldarê partiya kurda ye. Lê xwe li guhê kerrî datîne û pirsên min bi bersîvên sivik li min vedigerîne.

Hîna ez hewl didim apê delal li peyvê germ bikim, dîtina ez dibînim erebeya min dibêje gurim û li çalekê diqewime. Hindik dimîne zimanê min têkeve navbera diranê min ên jêr û yên jor. Bê hemdê xwe ez dibêjim “wehhhew! Ev çi bû. Ma qey şaredarê Patnosê vê rezaletê nabîne?”

Ez bala xwe didim rê, her der hatiye kolandin. Riya nava bajêr, bi qurbana riya gundan be.

Apê M. Şêrîn keserekê li xwe dixîne. Wekî din tiştekî nabêje. Heta hingê jî min nizanîbû şaredarî ya Patnosê di destê HDP’ê de bû. Tu nabêje ji 3 heb şaredarên dewletê yên qeyûm navêtiye ser, yek jê şaredariya Patnosê ye. Ez paşê li ber dikevim ka çima apê M. Şêrîn ew kesera kûr kişandibû nav dilê xwe.

Ji pezê pir ma kavirê kur

Biwêjek me kurdan heye, dibêje, ji pezê pirr, ma kavirê kurr.  Ji dehan şaredariyên kurdan, tenê maye sê heb şaredarî. Ji wan her sê şaredariyan yek jê ya Patnosê ye. Hesab bikin bi qasî dewlet pêwist bi qeyûm nebîne bavêje ser, ew qas bêhûde û bêkêr e.

Wekî tê zanîn şaredariya Agirî, di destê şarletanekî wekî Savcî Sayanê AKP’yî de ye û ev kesê rezîl, her roj bi sosret û sqandalekê dikeve rojeva welêt. Tam di vê rewşê de, ji dêlva şaredariya Patnosê biba şaredarîyeke nimûne. Lê mixabîn tevahiya navçê di derheqa şaredariyê de xwîn vedirşin. Ez ji seyarfiroşan, ji berberan, kesên ji rêzê, hema ez ji kê dipirsim, tevdek bi loda  gazina ji şaredariyê dikin û bi hêrs in.

Bi mebesta ez bi yekalî li meselê nenêrim, ez hevdîtinekê bi şaredar Emarh Kiliç re jî pêktînim.  Pirsên min diyar in: nerazîbûna gel.

Pirsgirêkên şaredariyê

Şaredar Emrah Kiliç, nola qet tiştek tinebe, bi awayekî rûşuştî xwe diparêze û dibêje “min destûra kişandina lûleyên gaza xwezayî, da. Min ev biryara hanê, ji bo berjewendiyê hemşehriyên xwe da. Bi raya min ev xizmeteke. Wekî tê zanîn, payizî tora lûleyan hatiye raxistin. Loma jî, rê hat kolandin û xera bû. Paşê zivistan bi ser de hat. Ma zivistanî rê çêdibe? Vaye bihar hat û di demeke nêz de em ê bi lez û bez riyên nava bajêr ên  xwrabûyî çêbikin û xwe bi gelê xwe bidin efûkirin.”

Çaya şaredar ji min re pêşkêş kiribû, di qedehê de sar dibe. Ez gulpeke kûr li çaya sarbûyî dixînim û piyalê nêvî dikim. Biwêjeke pêşiyan tê bîra min: Pîrê nemre bihar tê. Kero nemre qîvar tê!

Bi awayekî dora gotinê tê ser dengbêjên Serhedê. Hevalê li gel min dibêje “şaredarê birêz, mamoste îro çû li ser tirba Evdalê zeynikê jî”

Ez gotinê ji devê wî digrim û dibêjim belê, em çûn gundê Cemalwêrdî yê Evdalê Zeynikê. Çiqas lêrasthatineke xweş bû ku ez hîn dibim Şakiro jî li wî gundî jiyaye û gundiyan ez birim ser kavilê mala Şakiro lê jiyabû. Berdewam dikim û dibêjim, divê li ser şan û şerfa Evdalê Zeynikê, Reso, Şakiro û yên din, akademiya dengbêjiyê li vê herêmê bê avakirin.

Şaredar Emrah Kiliç jî dibêje “belê, em hewl didin ku tirba Şakiro rakin û bînin Patnosê û jê re tirbeke bîrdariyê ava bikin.”

Merivê siyasetmedar, merivin kone ne û her dem gotinên pê meriv bitevizîne, di bêrîka xwe de digerîne. Dibe ku ji bo dilê min xweş bike, ev ramana hanê ji min re got. Ma heta niha kê bi destê wan girtiye bavo. Heke ew vê yekê pêk bîne, ew ê hinekî xwe bi gel bide efûkirin.

Sirri Sakik û namzetên din hatin Patnosê.  

Em jî li gel konvoya namzetên Partiya Çepên Kesk ên Agirî, diçin Patnosê. Kerwanekî ji sedan erebe pêk dihat li derveyî navçeyê namzetan pêşwazî dikin. Otobosa hilbijartinê ji ber eleqeya gel, bi zorê xwe dighîne buroya hilbijartinê ya li nava navçeya Patnosê.

Hevserokên navçê, derdikevin ser otobosê û girseyê silav dikin. Şaredarê Patnosê ne di nav de bû. Ez paşê hîn dibim ku şaredar di otobosê de bû. Lê bi fikara ku welatparêzê li wê derê wî şermezar bikin, loma derneketiye ser otobosê. Paşê namzetê bi ezmûn Sirri Sakik derdikeve û bi zimanekî maqûl ê şîrîn, rexneyên gel ên di der heqa şaredariyê de qebûl dike û soza telafîkirina kêmasiyan dide gel.

Hate çavdêrî kirin ku gelê Agirî rêzeke mezin raber Sirri Sakik didin. Ew jî nola loqomotîfê, pêşengiyê ji her sekê namzetên din yê Partiya Çepên kesk re dike. Ev elqeya gelê Agirî, pêl bi pêl nola pêta agir dicoşe. Coşa gelê Agirî, li Bazîdê derdikeve asta herî rajor. Ev coşa wan, edetî çiyayê Agirî dihejîne.