spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP-MHP hewl didin serî ji gewde qut bikin

Dewleta tirk a qirker careke din gefên êrîşên nû xwarin ku wê herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike. Hemû hêza xwe ji bo vê yekê xistiye dewrê. Ji bo di hilbijartinê de ji Erdogan re bibe destkeftiyek mezin amadekariya vê dagirkirinê dikin. Her wiha ji bo ku xitimandina siyasî û qeyrana aborî ya li  Tirkiyeyê binixumîne û bala gel bikişîne derve, operasyona ku li Rojava bike ji bo wan ferz e. Piştî van gefxwarinan komên çeteyan jî ji bo operasyona nû eniyên şer xurt kirin. Di vê dawiyê de jî şer û pevçûnên çeteyan rûda û kuştî û birîndarên wan çêbûn. Lê tê xuyakirin ku şerê çeteyan ne mîna berê ye û ji bo ku bi darê zorê diçin şer di nava xwe de bi hev dikevin. Di nava wê qerebalixiyê  de çeteyên Cebhet El-Nûsra derbasî Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablusê bûn.

Cebhet El-Nûsra di lîsteya terorê ya cîhanê de ye. Lê xistina wan ya vê lîsteyê wekî amûrek siyasî ye. Ev rêxistin piştevaniya xwe ji Îsraîl, Tirkiye û Amerîkayê digire. Dixwazin bi destê çeteyan pêşiya êrîşên muhtemel ên Îran, Rûsya, rejîma Sûriyeyê û rêxistina Hizbûllah bigirin. Amerîka bi vê rewşê dixwaze bibêje ku bêyî min li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev êrîş dê pêk neyên û dê para min jî tê de hebe. Dixwazin bi vê planê peşiya Rûsyayê bigirin. Di heman demê de jî Amerîka dixwaze plana xwe ya xeta seranserê bakurê Sûriyeyê temam bike û bigihîjîne Deryaya Spî ya ji Dêrikê heta Idlibê. Li hêla din li NATO li dijî Rûsyayê şerê Ukraynayê dirêj dike û bi vî rengî peyaman dide. Ev yek jî bi armanca pêşîlêgirtina planên Rûsya a li Rojhilata Navîn e ku dixwazin Rûsya tenê bi Ukrayna re mijûl bibe û cîhan bibe qada berjewendiyên NATO û DYA’yê.

Dîsa Erdogan jî ji bo ku Rojava dagir bike hê ji Amerîka û Rûsyayê bersivek erênî negirtiye. Piştî ku dît bersivek erênî nehat li bakurê Kurdistanê bi ser malên gelek rojnamegerên kurd de girtin û 16 ji wan şandin girtîgehê. Ev yek bi awayekî aşkera li pêş çavên hêzên cîhanê pêk tê. Lê îhtîmal heye ku di demên pêş de ji bo dagirkirina Rojava, rê li ber tirkan veke. Lê ji bo dewleta tirk û çeteyên wan ev operasyon tiştekê bi xwe re nayne. Lewre heta niha jî operasyonên bi vî rengî pêk anîn lê encam li holê ye.

Li Başûrê Kurdistanê jî AKP-MHP-PDK hemû hêza xwe ji bo tunekirina PKK’ê bi kar tînin. Di êrişên xwe de çekên kîmyewî bi kar tînin. Ji bo planên xwe baregehên nû çêdikin. Zirarê didin xwezayê û daran jêdikin. Ji bo ku PKK’ê tune bikin her tiştî ji xwe re rewa dibînin. Tevî teknîkên wan ên pêşketî û tevî hevkariya PDK’ê dewleta tirk nikare  bi pêş de biçe. Beravajiya wê gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê derbeyên giran li wan didin.Nahêlin ku planên qirêj li ser axa Kurdistanê pêk bînin.

Dagirkeriya dewleta tirk bi piştevaniya hikûmeta Başûrê û rêveberiya dewleta Iraqê pêşengên tevgera azadiya kurd hedef digire. Çend roj berê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur
û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî ji hêla bi balafirên bê mirov ên dewleta tirk ve hat qetilkirin. Lê tevî ku ev rewş di raya giştî de aşkera jî, Hikûmeta Başûr û PDK li dijî vê rewşê helwest nîşan nade. Dagirker dixwazin bi hedefgirtina pêşeng û serokên kurdan peyaman  bidin. Bi van peyaman dixwazin bibêjin ku em ê we ji serî ve qut bikin, da ku laşê we bê fikir û armanc be û vîna we têk biçe.

Çima rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin? Ki radestî wan kir? çima tecrîdeke giran li ser tê ferzkirin û nahêlin ne malbat ne jî parêzer wî bibînin? Bi vê yekê dixwazin çi bikin? Armanca wan zelal e. Rêber Apo 23 sal in di nava şert û mercên Îmraliyê de berxwedanek bê hempa dimeşîne.Hêzên navnetewî bi komploya ku li rêber Apo kirin negihîştin armanca xwe. Bi dek û dolanban, bi nûçeyên şerê taybet nikarin vîna Îmraliyê bidin şikandin.

Hêzên kapîtalîst dema ku kesek an jî serokek li pêş planên wan derketin û berxwedanek dan destpê kirin, vê rewşê ji xwe re wekî tehdît dibîne û dixwazin van kesan an tasfiye bikin an jî bi dîl girtinê biavêjin zîndanan.  Tişta kurdan di dîrokê de jiyan kirî jî ev e. Her dema ku raperînên kurdan çêdibûn, serokên wan digirtin û tasfiye dikirin. Bi derketina PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Ocalan re rewşa kurdan hat guhêrtin. Ji mirinê ber bi jiyînê ve çûn. Darê hişk şînda û kurd rabûn ser piyan. Dijminên kurdan dîtin ku ev yek li pêş hesabên wan bend e, hemû derfetên xwe ji bo girtina rêber Ocalan bi kar anîn. Bi komployeke navneteweyî rêber Ocalan dîl girtin. Xwestin pêşeroj, çarenûs û dengê kurdan qir bikin. Lê rêber Ocalan ji hêzên komploger re got, ‘bi girtina min kurd nayên tunekirin.’ Ji ber ku kurd, êdî ne kurdên berê ne û bi milyonan xwedî li rêber Ocalan û pêşengên xwe derdikevin. Ji komplogeran re dibêjin, hûn nikarin bi dîlgirtina rêber Ocalan çarenûsa kurdan kelepçe û tune bikin.

Tevî ku ne malbat ne jî parêzerên rêber Ocalan nikarin muwekîlê xwe bibînin jî, lê ne gengaz e ku MÎT’a tirk û îstîxbaratên Mossad û Amerîkayê  wî nebînin. Ji serokatî re dibêjin bila PKK çeka xwe deyne da ku em doza kurd çareser bikin. Agahiyên li ser rewşa heyî û ya pêşerojê ji serokatî digirin û  li gorî wê tev digerin.

Li dijî serokatî tecrîdeke giran pêk tînin. Dixwazin dengê serokatî qût bikin û bê agahî bihêlin. Bi vê yekê jî dîlgirtinê dirêj dikin. Gelê kurd ji vê rewşa serokatî bi fikar dimîne. Lê ne xema komplogeran e, lewre ew dixwazin vîna serokatî bişkînin û kurdan perçe bikin. Lê li her derê ji bo azadiya fizîkî ya rêber Ocalan hem gelê kurd ên aştîxwaz hem jî dostên kurdan li her derê cîhanê çalakiyan li dar dixin.